Aytaç Dogan bi hunermendekî Efrînî re klîp kişand

Hunermedê Kurd ê Efrînî Mihemed Şêx Elî bi Aytaç Dogan re klîp kişand.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Hunermedê Kurd Mihemed Şêx Elî ji ber şer berî 7 salan ji Efrînê derdikeve û tê Tirkiyê. Li bajarê Stenbolê bi Piyano û Orgê debara xwe dike û dersên mûzîkê dide. Rojekê li kolanên Stenbolê Kanûnjenê navdar Aytaç Dogan rastî wî tê û qebûl dike ku di klîbeke wî ya strana Kurdî de cih bigire. Mihemed Şêx Elî dixwaze ku Piyanoya Kurdî çê bike û li cografyaya Asyayê belav bike.

Hunermedê Kurd Mihemed Şêx Elî yê ji gundê Meydanka Efrînê di sala 2012an de ji Sûriyê derdikeve û tê bajarê Hatayê. 9 mehan li vî bajarî li bal hevalekî xwe yê dengbêj dimîne. Mihemed Şêx Alî yê ku li Org û Piyano û li melodîkayê dide, piştî salekê, derbasî Stenbolê dibe û li kolanan hunera xwe birêve dibe. Divê navê de li Stenbolê jî Kurdan nas dike û bi wan re pêwendiya xwe xurt dike. Ew li Stenbolê dersên muzîkê dide û li kafê û baran lêdixe û wisa jî debara xwe dike. Ew dixwaze tenê bi Piyanoyê muzîka Kurdî çêke û li ser cografyaya Asyayê muzîka Kurdî belav bike.

Hunemedê Kurd ê Efrînî Mihemed Şêx Elî li ser mûzîk û hunera xwe ji K24ê re wiha axivî: "Armanca min ew e, ez dixwazim Piyanoya Kurdî çê bikim. Yanê Estûrmanê melodîka bi Kurdî û li aliyê Asyayê tune ye,  li Ewropya heye. Li Asya mûzîka melodîka dikin kar ji zarokan re û nakin kar ji bo koman re. Yanê Enstûrmaneke cuda ye, li Ewropa tê karkirin ez dixwazim bi vê enstûrmanê bi jor bikevim."

Mihemed Şêx Elî yê ku demekê li kolanan hunera xwe dike û li gelek stranên Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî jî dixe, hunermendê bi nav û deng kanûnjen Aytaç Dogan rojekê rastî wî tê û pê re pêwendiyê datîne. Heta Mihemed Şêx Elî ji ber ku gelek ji Beytocan hez dike straneke wî bi Kurdî dibêje û klîbekê çêdike. Kanûnjen Aytaç Dogan jî di wê klîbê cih digire.

Mihemed Şêx Elî li ser karê bi Kanûnjen Aytaç Dogan re dibêje: "Gava li kolanan dixebitîm, tabî pir mûzîsyenên baş hene li kolana Îstiklalê dimeşin tên. Rojekê şansê me jî rind bû Aytaç Dogan kanûnjenê li nav dinyayê navdar e, derbas bû, carek dî carek din 3-4 car rastî me hat. Nûmera telefonê min stand, paşî ez lê geriyam. Projeya xwe klîbê ji min re şand. Min got ez ê vê stranê bi Kurdî bixwînim û wî qebûl kir. Saeta wî xweş hezar carî. Min jî klîbek çê kir, strana Beytocan e bi Tirkî jî hatiye gotin, min strana Beytûcan bi Kurdî got.”

Hunermendê Kurd yê ji Efrînê Mihemed Şêx Elî li Stenbolê ji bilî Kurdan bi Tirkan, Ereban û Îraniyan re jî kar dike û dibêje, dema Rojavayê Kurdistanê aram bû ew ê vegere Efrînê û li welatê xwe jiyana xwe ya hunerê berdewam bike.