Yekbûn: Dewletbûn, pêdiviyeke xwezayî ye ji bo hunera Kurdî

Mûzîkjenên Kurd li gelek aliyên cîhanê belav bûne û bi şêwazên cûda hunera xwe diafirînin. Ji bo gelek hunermendên Kurd hesreta welat her dem zindî ye. Hunermenda kurd Yekbûn jî ku ew bi xwe li Stenbolê hatiye dinê û ji malbateke Mêrdînî ye 6 salan li Ewropayê maye û vegeriyaye Bakurê Kurdistanê û niha jî li Diyarbekirê jiyana xwe ya hunerî didomîne. Yekbûn amaje dike ku hunermend dikarin li xeribiyê jî û li welat jî afrîner bin lê rengê şêwazê tê guhertin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Hunermend û Muzîkjen Yekbûn derbarê jiyana xwe de ji K24ê re axivî: "Bi rastî dema ez li Ewropa, ew xema min hebû ku ligel xelkê Kurd, xelkên biyanî jî li min guhdarî bikin û biecibînin. Lê li vir ne wiha ye tenê xema min e ew e, ku xelkê Kurd li min guhdarî bike û biecibîne."

Yekbûn hîn di temenê xwe yê biçûk de dest bi mûzîkê kiriye û 7 salan di nava Koma Çiya de cîh girtî ye. Yekbûn dide zanîn ku, di despêka rêwîtiya wê ya mûzîkê de hunermendên wek Aram Tîgran, Miradê Kinê û Mihemed Şêxo xwediyê roleke girîng in. Ji ber vê yekê Yekbûn hunera xwe bi şêwazeke nûjen diafirîne û li gel vê yekê jî pişt nade mûzîka klasîk a Kurdî.

Yekbûn got jî: "Min li hunermendên herêmî guhdar dikir. Miradê Kinê, Seîd Yusif, Seîd Gebarî, Aram Tîgran hebû min bi wan dest pê kir. Paşê jî bi rêya xwişk û birayên min elbûmên Ciwan Haco û Şivan Perwer ketin mala me û mine w nas kirin."

Mûzîkjen Yekbûn heta niha 4 albûmên muzîkê derxistine û balê dikêşe li ser pirsgirêkên mûzîkjenên Kurd. Yekbûn di wê baweriyê de ye, ku bêdewletiya Kurdan wekî her alî di warê mûzîkê de jî dibe sedem ku hunermend li ser bingeheke xurt nekarin bi rêkûpêk hunera xwe biafirînin.