Seydayê Dilciwan giraniyê dide hestên neteweyî

Seydayê Dilciwan 200 helbest nivîsîne, lê ji ber bêderfetiyê heta niha jî pirtûkek wî çênebûye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê bi helbestvanê nemir ê neteweyî Cegerxwîn pê de gelek helbestvanan hewl dan ku hestên neteweyî di helbestên xwe de binexşînin ku Helbestvan Seydayê Dilciwan jî yek ji wan kesane. Seydayê Dilciwan 200 helbest nivîsîne, lê ji ber bêderfetiyê heta niha jî pirtûkek wî çênebûye.

Helbest bo ravekirina hest û ramanan rêyek bibandor a hunerê ye ku li Bakurê Kurdistanê jî gelek helbestvan hestên xwe bi rêya helbestan didin der lê ji ber gelek sedeman nikarin van hestan bigihînin civakê. Yek ji wan helbestvanan jî Seydayê Dilciwan e ku bi salane evîna xwe ya welat bi helbestên xwe rave dike. Seydayê Dilciwan di sala 1956ê de li Kercews a Êlihê hatiye dine ji zaroktiya xwe ve bala wî li ser helbestê ye ku heskirina wî ya Serokê nemir Mele Mistefa Barzanî ji zaroktî ve di dile wî de cih girtiyeû wî ber bi helbestvaniya welatparêziyê ve biriye.

Helbestvan Seydayê Dilciwan ji K24ê re got: "Şoreşa Mela Mistefa Barzanî dest pê kiribû. Apê min ji bavê min re digot em biçin ber radioya mala hecî ku xezurê wî bû. Ez jî bi wan re diçum 7-8 salî bûm. Guhdarî dikirin min tiştek fam nedikir. Piştî ku vedigeriyan malê pîrka min ji apê min dipirsî digot ma pismamê me Mele çi kir. Apê min jî behs dikir û wê demê min fêm dikir. Min digot xwezî ez pêşmergeyê Mele Mistefa Barzanî bûma."

Helbestvan Seydayê Dilciwan niha li Nisêbînê dijî û hewl dide ku helbestvaniya xwe bidomîne lê bi gilî ye ku civak qedrê helbestvanan nagirin. Helbestvanê 64 salî dibêje heta temenê wî hebe ew ê welatparêziya xwe di helbestên xwe de binexşîne û divê civak jî xwedî li hunermendên xwe û bi vê yekê ve girêdayî jî li zimanê xwe derbikevin.

Seydayê Dilciwan dibêje: "Helbest tiştekî gelek bi rûmet û bi nirx e. Gotinek bav û kalan heye dibêje: "Dirê bide destê dirnasan, nede destê wan şivan û gavanên ji hev nas nekin qutik  û kirasan." Helbest edebiyata hebuna Kurdan e. Tu ji kî bipirsî wê beje ez Kurd im. Tû bêjî çawa buyî Kurd nikarin bersiv bidin. Hebuna me bi zimanê me ye."

Helbestvanê welatparêz heta niha 200 helbest nivîsîne û wan helbestan jî li gorî derfetên wî têr bikin dihilîne û daxwaza wî ya sereke ew e ku pirtukek wî ya helbestan hebe da ku hest û helbestên xwe bigihînê nifşên dahatûyê jî.