Li Tirkiyê di 6 mehên dawî de hinardeya zêran ji sedî 35 bilind bû

Jûreya Zêrfiroşên Stenbolê raporta 6 mehan ya derbarê hinardeya zêran de ragihand.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Jûreya Zêrfiroşên Stenbolê raporta 6 mehan ya derbarê hinardeya zêran de ragihand. Li gorî jûreyê di sala 2018an de ji sedî 35 hinardeya zêran zêdetir bûye û li gorî hemû rûdanên neyînî ên di aboriya Tirkiyê de qewîne di bazara navxweyî de firotineke li dora 6 milyar dolaran pêk hatiye. Bi boçûna zêrfirşan jî berwajî tê îddiakirin di 6 mehên dawîn de di bazara navxwyî ya zêran de geşbîniyek û firotaneke mezin pêk nehatiye.

Piştî kêmderketina daneyên hilberînê ya li Çînê, gotegotên derbarê resesyona li Amerîkayê û ji fonan bigirin heta bankeyên navendî ku ji bazara borsa û tehvîlan vekişiyan û giraniya xwe dane ser geşkirina bazara zêran, di qada navnetweyî de kir ku cihê nirx û qîmetê zêran hîn qewînitir bibe. Vê yekê bêgûman bandor li hinardeya zêran ya Tirkiyê jî kir. Li gorî daneyên raporta Jûreya Zêrfiroşên Stenbolê di 6 mehên dawîn de hinardeya zêran di sala 2018an de ji 35an zêdetir bûye û bo derve biqasî 4.5 milyar dolar, bo bazara navxweyî jî biqasî 6 milyar dolaran zêr hatine firotin. Bi boçûna zêrfiroşên bazara navxweyî ya Tirkiyê jî her çiqas hinarde zêde bûbe jî, di firotina zêran de wek tê îdiakirin di 6 mehên dawîn de geşbîniyek pêk nehatiye.

Zêrfiroş Yalçin Gunbay ji K24ê re got: "Dibe ku hinarde zêde bûbe, lê di bazara navxweyî de firotina zêran gelekî kêm bûye. Welatî niha ji bûhayê zêran ne dilxweş nîn, dixwaze bistîne lê ji bûhyê bilind nikare bistîne û ev yek bandorê li karê me jî dike. Li gorî tê gotin piştî 4-5 mehên din wê bûhayê zêran gelekî zêdetir jî bibe."

Li gorî analîstan, li derve piştî civîna Bankaya Navendî ya Amerîkayê FEDê sabît mayîna rêjeya faîzan, egera sînyala lihevkirina Amerîka û Çînê ya di şerê bazaran de û li hûndirê Tirkiyê jî digel bergiriyan, helwesta xurt ya rêveberiya aboriyê û Bankaya Navendî bendewariya derbarê zêran de bilind kiriye û heta hilbijartinên herêmÎ ên li Tirkiyê jî wê ev ewşa pozîtîf berdewam bike.

Serokê Lijneya Rêveberiya Zumrûtê Ridvan Kusanç wiha axiv: "Ev asta hinardeyê bandoreke kêm dike hem firotina li magazayan û hem jî atolyeyên zêran. Ev çendeke geşbûnbeke berbiçav heye. Civak ji xwe ji zêran hez dike û her car berê xwe dide kirîna zêran. Lê ev salek zêdetire rewş nebaş e, em hêvî dikin di demên pêş de firotina zêran baştir bibe."

Herwiha bi boçûna analîstên bazarê sedama din ya ku rê li ber zêdebûna hinerdeyê vekiriye jî, danûstandina zêran e ya di nava Tirkiye û Venezûellayê de. Li gorî tê îdiakirin sala borî Tirkiyê biqasî 1 milyar dolarî zêrên xam ji Venezûellayê standibû, bi wî şertê ku piştî li rafîneriyên Tirkiyê hate neqşandin careke din lê bê vegerandin. Lê tê gotin tomareke fermî nîn e ku ew zêr li Venezûellayê hatine vegerandin. Cîgirê Serokê Venezûellayê Tareck El Aissamiyê ku ji aboriyê berpirsiyar e di meha Rêbandanê de hatibû Tirkiyê û li Çorûmê serdana rafîneriyeke zêran kiribû. Amerîkayê jî çend roj berê hişyarî dabû Tirkiyê û gefên gemaroyan lê xwaribû da bazara xwe ya zêran digel Venezûellayê bi dawî bîne. Piştî vê hişyariya Amerîkayê tê çaverêkirin ku sala bê asta hinardeya zêran ya Tirkiyê bikeve û bazara wê jî lawaztir bibe.