Li Sine bajrok a pêşesazî yên biçûk bo sermayeguzar ên Herêm a Kurdistanê dê durist bikin
K24- Hewlêr
Li parêzgeh a Sine, li Rojhilat a Kurdistanê, bajarok û komelgeh ê pîşesazî yên biçûk bo sermayeguzar ên Herêm a Kurdistanê dihên duristkirin.
Xulamreza Silêmanî, cêgir ê serok ê rêkxistîç ya pîşesazî yên biçûk û bajarok ên pîşesazî yên Îranê, di kombûnekê de li Sine ragehand: Li parêzgeh ên Wirmê û Azerbaycanê, bajarok ên pêşesazî bo sermayeguzar ên welat ê Turkîyayê hatîne duristkirin û bi temane li parêzgeh a Sine jî bo sermayeguzar ên Herêm a Kurdistanê jî evî karî bikin.
Silêmanî tekez jî kir ku hikumet a Îranê, divê li rojhilat a Kurdistanê delîve yê bo sermayeguzarîyê û webrhêner ên Herêm a Kurdistanê ferahem bikin û bo evê mebestê jî wan pilan bo pêşxistin a evan deveran danane.