Akrê.. Navenda Birinca Kurdî

Berhema birincê ya Akrê di îsal de hejmara pîvayî tomarkiriye û berpirsên çandinê yên Akrê jî dibêjn, îsal 2 hezar û 800 donim ji zeviyan bi birincê hatiye çandin. Her donmeke jî pêşbînî tê kirin tonek û 250 k.g birincê berhem bide. Bi vî awayî jî wê tevaya berhemê wê deverê bigehe 3 hezar û 500 tonan ji birincê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berhema birincê ya Akrê di îsal de hejmara pîvayî tomarkiriye û berpirsên çandinê yên Akrê jî dibêjn, îsal 2 hezar û 800 donim ji zeviyan bi birincê hatiye çandin. Her donmeke jî pêşbînî tê kirin tonek û 250 k.g birincê berhem bide. Bi vî awayî jî wê tevaya berhemê wê deverê bigehe 3 hezar û 500 tonan ji birincê.

Devera Akrê xwediyê axeke bipît û aveke sar e, bûye navenda berhemdana birinca Kurdî. Rêveberê Pilandanan û Çandinê jî li Akrê diyar dike ku, berhema birincî vê salê li Akrê gelek zêdebûye û ew vê zêdebûnê jî bo çend egeran vedigerîne.