Li Rihayê werzê îsotê destpêkir

Jin berhemên xwe li bazaran difroşin û hinarde jî dikin

K24- Navenda Nûçeyan

Li herêma Rihaya Bakurê Kurdistanê her sal van wextan bîberên sor ên hişk kirî têne hêran û hûr kirin. Beşek ji vê îsotî tê hinardekirin û beşek din jî ji aliyê jinên Rihayî ve di bin 40 pele germê de tê firoştin.

Li taxa Sirrin a Rihayê li gel hatina werzê îsotê jinên malan piştî bîberên sor ên hişk kirî dihêrin, hûr dikin û dikin îsot, paşî hinardeyê bajarên din dikin û di bazaran de difiroşin.

Di bexçeyekî 20 hezar donimî de 5 hezar ton bîberê sor berhem tê. Jinên herêmê van îsotan berhev dikin, ker dikin û dendikên wan derdixin û paşî dişon û didin tavê.

Rengê bîberên hişk li ber tîrêjên rojê reş dibe. Beriya bêne hûrkirin carek din têne şûştin û paşî bi têne hêrandin. Ji 100 kîlo bîberî 8 heta 10 kîlo bîbera hûr derdikeve.

Fatma Kirmizi ku kedkarê îsotê ye wiha behsa wê karê bi zehmet dike: ‘’Dema werzê bîberan destpê dike, 2 mehan sibê heta êvarî em wan paqij dikin. Ji ber tujiyê destên me sor dibin û diêşin. Paşî em wan li ber tavê radixin û hişk dikin. Piştî hişk dibe jî difiroşin.

Fatma Kirmizi dibêje jiber mêrê wê bê kare, lewma ew naçare vî karî bike û dibêje:‘’Em bi salane vî karî dikin. Rewşa jinên ku li vir kar dikin piranî weke ya mine. Em bi rojane ji vê karî 20 heta 40 lîreyan distînin.’’

Di nava karekên îsotê de hejmarek berçav ê zarokan jî heye.