Lîreya Tirkî li hember Dolar nirxê xwe kêm dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Lîreya Tirkî rojane nirxê xwe kêm dike û Dolarekî Amerîkî bû 5.90 Lîreya Tirkiyê.
Krîza di navbera Enqere û Washingtonê de bandora xwe li ser aboriya Tirkiyê jî dike. Lîreya Tirkiyeyê roj bi roj nirxê xwe kêm dike û ev kêmkirin gihiştiye asta herî bilind a du mehên dawî.
Îro li Tirkiyê Dolarekî Amerîkî bûye 5.90 Lîre.
Krîza Enqere û Waşîngtonê bi kirîna mûşekên S-400 destpê kiribû û bi operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê dijwartir bûbû. Amerîka firotina balafirên F-35 bo Tirkiyê qedexe kir û tê çaverekirin di demek nêzik de cezayên aboriyê ser Tirkiyê bisepîne.
S. B