Bexda bo Hewlêrê: Petrol bermaberî budceyê

Şandeyek payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel rayedarên Bexdayê civiya ye.
kurdistan24.net

K24- Bexda

Berdevkê Hikûmeta Iraqê ragihand ku, eger Herêma Kurdistanê pêbendî rêkeftina şandina petrolê bibe, ew dê budceya wê bişînin.

Seid Hesîdî ji K24 re got ku, Herêma Kurdistanê pêbendî rêkeftina şandina petrolê bi rêya Bexdayê nebûye, lewma hikûmeta federal pişka wê ji budceyê biriye.

Li gor rêkeftina Hewlêr-Bexdayê, divê Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol radestî Iraqê bike, heta ku ji sedî 17ê, ku pişka wê ji budceya giştî ye, were xerçkirin.

Herêma Kurdistanê jî beriya niha ragihandiye ku, re pêbenîd rêkeftina ligel Bexdayê bûne, lê her budceya wan nehatiye xerçkirin. Lewma bi awayekî serbixwe petrolê difroşe.

Ev gotin di demekê de ye ku, îro şandeyek ji Herêma Kurdistanê derbarê pirsên aborî de ligel rayedarên Iraqê civiya ye.

Hedîsî ew civîn bi erênî binav kir û tekez kir ku, heta Herêma Kurdistanê pêbendî rêkeftina şandina petrolê nebe, Bexda budceya wê xerç nake.