Nirxê kelûpelan li Rojavayê Kurdistanê giran dibe

Pisporên aborî dibêjin ku bihabûna dolar bermberî lîreya Sûrî dibe sedema buhabûna hemû kelûpelan, herwiha ne hevsengiya dahat û xerçkirinê ya rojane jî astengiyên mezin li pêş welatiyan çêdike, nemaze karmendên ku mûçeyên wan ev 5 salin bê zêdebûn mane, ev yeke rewşa welatiyan xirabtir dike.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Li Rojavayê kurdistanê nirxê kelûpelan rojane zêde dibin, herwiha nirxê hindek pêdiviyên sereke jî li bazaran mîna şekir,ku buhayê yek kîloyê gihiştiye 2 dolarên Amerîkî zîdebûue.
Derbarê giranbûna nirxê kelûpelan welatiyek bi navê Idrîs Silo ji K24ê re wiha got: "Nirxê hemû tiştî bilind bûye, kesên hejar nikarin li vir bijîn, bazirgan pêdiviyên jiyana rojane diveşêrin, daku nirxê wê bilind bikin, kes çavdêriya wan bazirganan jî nake, bazar di destê wan deye. Dive rê li pêşiya wan kesan were dayîn daku Rojava vala nebe."

Ji aliyê xwe ve jinek bi navê Edla ku ew bi xwe penabere wiha ji K24ê re axifî: "Her kes di mala xwede,di dukana xwe de dema nirxê dolar bilind dibe nirxê kelûpelan jî buha dike ev ne karê mirovane hejar bi kûve herin."
Hindek bazirganên deverê dibêjin ku, sedemên bihabûnê veşartina kelûpelên xwarinê ji aliyê çend bazirganên mezin ve ye, ku hemû bazarên deverê di bin kontrola wan de ne, herweha nebûna desteyeke taybet çavdêriya bazaran bike, yek ji sedemên wê buhabûnê ne.
Derbarê vê mijarê de bazirganek bi navî Hecî Reşîd Omerî wiha ji K24ê re got: "Sedema sereke ji vê buhabûnê re,dolare, ji ber ku,  em kelûpelan weke şekir, çayê,  zeyt û birinc,bi dolaran dikirin,herweha hindek bazriganên mezin jî car caran wan pêdiviyan  vedişêrin daku nirxê wan bilind bikin."
Pisporên aborî dibêjin ku bihabûna dolar bermberî lîreya Sûrî dibe sedema buhabûna hemû kelûpelan, herwiha ne hevsengiya dahat û xerçkirinê ya rojane jî astengiyên mezin li pêş welatiyan çêdike, nemaze karmendên ku mûçeyên wan ev 5 salin bê zêdebûn mane, ev yeke rewşa welatiyan xirabtir dike.