Li Colemêrgê bi giyayên hêşîn debara jiyana xwe dikin

Ciwanên ku, piştî rojeke zor û zehmet pincarên xwe yên berhev kirîyên wek kuvark,rêvsa û herisê dibin bazaran û dest bifirotina wan dikin .
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/198bec5d-cd2c-40b2-aee8-d2436ea211dd/-DiShertenDijwardeDebaraJiyane.ism/manifest

K24-Colemêrg

Di gel hatina biharê li çiyayên Bakurê Kurdistanê pincarên cûrbecûr şîn dibin.Ev pincarên ku, şîn dibin ji bo gelek welatiyan dibe derîyê aboriyê û bo debara jiyana xwe diçin wan pancaran kom dikin.

Bi gerimbûna hewayê û hatina biharê gundê Çiyay ên Bakurê Kurdistanê bi her cûre giyayan hêşîn bû.

Li Colemêrga BakurêKurdistanê jî yek ji wan deveran e ku, ji aliyê giyayan gelekî dewlemend e. Li Gundê wê yê binavê Bêbûkê welatî bi hebûna van giyayan jiyana xwe berdewam dikin.

Ciwanên gund ji bo di aboriya malbata xwe de, bibin alîkar li çiyayên asêra dipelikin û pincaran kom dike. Herwiha ji bo karên xwe hêsantir bikin, bi derfetên xwe tefeferîk çêkirine û biwêdiçin û tên. Ciwanên ku, her roj ji serê sibehê saet 7-8an heta danê êvarî pincaran berhev dikin kêfa vî karê xwe bi Kurdistan24ê re parve kir

Û wiha axifî:"Em li vir derbasî rexê din dibin ji bo xwe diçin pancaran. Ji yana me jî li ser pincarî ye mendê ye, rêvas e.Wekî din jî metirsiyeke mezine em li ser vî çemî de bi teleferîkê derbas dibin. Wekî din ev dever hemû deverên operasyonan e, ev jî ji bo me pirsgirêkek mezin e. "

Di gel   talûke û zehmetiyan welatiyên karê xwe bi dilxweşî dikin neçariya xwe jî parvedikin.

Û ji K24ê got:"Em serê sibehê were çûne ji bo xwe pincar kom dikin, em niha tên.Ev rêya ku, em tê de derbas dinin talukeye lê belê em neçarin ku, wan rêyan de derbas bibin.

Ciwanên ku, piştî rojeke zor û zehmet pincarên xwe yên berhev kirîyên wek kuvark,rêvsa û herisê dibin bazaran û dest bifirotina wan dikin û bi vî awayî jiyana xwe ya rojane digel şer û pevçûnan berdewam dikin.