Yekemîn pêşangeha berhemnên navxweyî li Qamişlo hate vekirin

Li bajarê Qamişlo yekemîn pêşangeha pîşesaziyê ji bo kargehên navxweyî hate vekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yekemîn pêşangeha pîşesaziyê ji bo kargehên navxweyî hate vekirin. Kargehên tê de beşdar tekezî li ser giringiya pêşangeha bi vî rengî û pêwîstiya pêşkêşkirina karên xwe ji xelkên deverê re dikin.

Di bin diruşma "Pîşesaziya me, berhemên me, çanda me ye" Rêveberiya Pîşesaziyê li Qamişlo û Hesekê û bi alîkariya Komîteya Abûrî pêşengeha xwe ya yekemîn li Qamişlo vekir. Rêveberiya Pîşesaziyê dide zanîn, armanca wan ji vekirina vê pêşengehê, niraxndina berhemên xwecihî û asta karê van kargehan e.

62 kargehên xwecehî di pêşnigehê de beşdar in û piraniya wan berhemên xwe bi tenê li hundirê Rojava belav dikin. Xwediyên kargehan dibêjin, herhata xelkê li ser berhemên biyanî bêhtir e û giringiya vê pêşangehê ew e kişandina bala xelkê li ser berhemên xwecihî ye, nemaze ku buhaya berhemên kargehên xwecehî bermberî yên biyanî kêmtir e.

Pêşangeha Pîşesaziyê li ser 2 rojan dom dike, tê de piraniya alav û keresteyên rojane têne pêşkêşkirin, herwiha ev pêşnageh di 4 û 5ê meha Gulanê de jî dê li Hesekê were vekirin. 

Li gorî Komîteya Amadekar, pirojeyeke wan ya berfireh heye bo pêşkêşkirin û firotina berhmên hemû kargehên xwecehî li herêma Cizîrê ku hejmara wan dighêje 540 kargehî.