Çandina Pembo sal bi sal li Rojava kêm dibe

Ji heyama çend salan ve û bi taybetî piştî kirîza Sûriyê, çandiniya rûberên pembo li herêmên Cizîra Rojavayê Kurdistanê sal bi sal kêm dibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Ji heyama çend salan ve û bi taybetî piştî kirîza Sûriyê, çandiniya rûberên pembo li herêmên Cizîra Rojavayê Kurdistanê sal bi sal kêm dibe.

Devera Serê Kaniyê ku wekî selikeke sereke ji berhemhênana pembo re tê naskirin, bi sedema zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên sereke ji çandiniya pembo re û dûrbûna navendên kirînê yên hikûmeta Sûriyê ku li parêzgeha Hemayê ne û hin pirsgirêkên din, çandiniya rûberên pembo daketine asteke herî kêm.

Cotkar dibêjin ku guhdaneke taybet ji çandiniya pembo re divê û di heyama 6 mehan de pêwistiya pembo bi 12 avdanan heye û ji bilî zehmetiyên dabînkirina karkeran û buhabûna nirxê semad, derman û sotemeniyê jî xwediyên zeviyên pembo gelek zehmetiyan di firotina berhemên xwe de jî dibînin û ji ber ku navendên fermî yên Hikûmeta Sûriyê li herêmê nemane û karînên Rêveberiya Xweser jî tune ne ku tevaya berhemên cotkaran bikirin, cotkar jî dikevine davikên bazirganan û bi erzanî berhemên wan dikirin.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Çandiniyê di Hikûmeta Sûriyê de, di salên 2010an û şûn de rûberên ku ji pembo di hatine çandin digihişte nêzî 45-50 hezar hêktarî, û di mûsimê vê salê de tenê 2750 hêktar ji zeviyên pembo hatine çandin û ev yek jî metirsiyekê li ser paşeroja Sûriyê wekî welatekî bi berhemhênana pembo tê nas kirin çêdike.