Li Rihayê dombelan tevlî Kebabê tê kirin

Di salê de, tenêdi meha 5ê de dombelan hene, bi destxistina wê jî bi zehmete buhayê wê jî girne, lewma xelik çaverêya vê mehê dimînin daku, kebab tev dombelana bixwin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/163aa698-f84e-4a91-b4db-321284c8ea72/Kebaby%20Be%20Dombelan%20Ruha.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê di afrandineka nû ya xwarinê li xwaringehê dombelanên hûkirî tevlî kebabê dikin, ji ber ku, tameke cuda û xweştir dide kebabê daxwazeke zêde li ser kirîna wê tê kirin.

Derbarê wê cora nû ya xwarinê xudanê wê xwaringehê Mihmed Qaya wiha got: "Bi giştî kar başe, em ji bû ku, mêvanên xwe razî bikin, her tişta pêwîst pêşkêş dikin, ew corê xwarinê tameke xweş dide kebabê, mêvan jî pir daxwaza wê dikin."

Geştyarek bi navê Emîna li ser wê xwarinê wiha got: "pir xweşbû, tameke cudabû, cihê rûniştinê jî xweşe."

Di salê de, tenêdi meha 5ê de dombelan hene, bi destxistina wê jî bi zehmete buhayê wê jî girne, lewma xelik çaverêya vê mehê dimînin daku, kebab tev dombelana bixwin.