Zebeşê Diyarbekirê bi metirsiya wendabûnê re rûbirû dimîne

Li herêma Diyarbekirê ji ber lêçûnên zêde û piştgiriya kêm bi sedan malbatan dest ji cotkariya zebeş berda ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Werzê çînîna Zebeşê Diyarbekirê dest pê kir. Lê sal bi sal cotkariya Zebeşê Diyarbekirê kêm dibe. Li herêma Diyarbekirê ji ber lêçûnên zêde û piştgiriya kêm bi sedan malbatan dest ji cotkariya zebeş berda ne, malbatên ku niha bi cotkariya zebeş ve mijûl dibûn balê dikişinin ser xetereya wendabûna cûreyê Zebeşê Diyarbekirê û daxwaza pişgtiriya cotkariya zebeş dikin.

Ev zeviya zebeşan li nêzîkî navçeya Bismîlê, li berava Çemê Dîcleyê cih digire. Evdilhemîd Alti ji 50 salan zêdetir e ku bi cotkariya zebeş ve mijûl dibe. Heta niha 3 caran di pêşbaziya zebeşê Diyarbekirê de zebeşên ku Evdilhemîd  Atli gihandine bûne yekemîn. Alti amaje dike ku salên berê bi sedan malbat bi karê zebeş ve mijûl dibûn lê ji ber zehmetî û lêçûnên zêde êdî tenê çend malbatên wekî wan, cotkariya zebeş didomînin. Atli, kîloya zebeşê ku bi zor û zehmet digihîne li ser zeviyê dide 40 kurîşan. Lê kiloya heman zebeşî li bazarê bi lîreyekê tê firotin. Ango kesê bazirganiya zebeş dike ji cotkaran zêdetir qezanç dike. Evdilhemîd Alti gazincan li zêdebûna lêçûnan dike.

Cotkar Evdilhemîd Atli ji K24ê re got: "Em donima erd bi 500 lîreyan îcare digirin û bi 34 lîreyan cot dikin. Min 3 qîsin û kufletor lê da, ka bihesibînin. Lîtreya mazotê bi 6 lîreyan e.  Ez rojane buhayê 150 lîreyî mazot dişewitînim.  Min bîr bi hezar lîreyan veda. Me buhayê 500 lîreyî zibil kirî."

Taybetmendiya Zebeşê Diyarbekirê ew e ku organîk e û li erdê bixîz şîn dibe. Zebeşê Diyarbekirê bi zibilê kevokan mezintir dibe.  Li gorî ragihandina cotkaran 3 cûreyên zebeş hene. Ji van cûreyê bi navê sûrme; di navbera 30 û 65 kîloyan de ye. Cûreyê sîf; di navbera 8 û 25 kîloyan de ye. Cûreyê bi navê Ferîk êdî nayê çandin. Adîl Aydin jî bi salan e ku cotkariya zebeş dike. Aydin balê dikişîne ser xetereya wendabûna cûreyê Zebeşê Diyarbekirê û dibêje:

"Berê liv ê herêmê nêzîkî 50-60 malbatan bi cotkariya zebeşan ve mijûl dibûn lê îsal li Diyarbekir, li Bismilê ji bilî malbata me tu kes zebeşê Diyarbekirê naçîne. Heger wisa dewam bike dê zemaneke were ku zarokên me êdî tene di wêneyan de zebeşê Diyarbekirê bibîne."

Li gor ragihandina cotkaran, salên berê li herêma Diyarbekirê 4 hezar ton zebeş dihat hilberîn. Lê niha ew rêje gelekê daketiye. Ji bo danasîn û piştgiriya zebeşê bajêr, her sal ji aliye parêzgeriyê ve pêşbazî tê saz kirin lê cotkar dibêjin, ev pêşbazî sembolîk e, divê xebatên piştgiriyê berfirehtir bên kirin. Rêveberê Gerînendehiya Cotkariya Bismilê, Remzî Çekîç jî amaje dike ku hem şaredarî hem jî gerînendehî piştgiriya cotkaran dike . Çekîç got; em îsal li bendê ne ku ji her donimekê 10 ton zebeş berhev bikin.

Rêveberê Cotkariya Bismilê Remzî Çekîç dibêje: "Me projeya piştgiriya cotkaran da destpêkirin. Me piştgiriya 70 malbatan kir û em ê hemû lêçûnên cotkariya wan dabîn bikin. Em dixwazin ku cotkar hem debara xwe bikin hem jî fêkiyên wekî zebeş, ji xetereya wendabûnê xilas bibe.  Di wextekê de Zebeşê Diyarbekirê li ser aboriya bajêr xwedî bandor bû; lê mixabin niha tu bandorekî wî nema ye.  Em hewil didin ku  Zebeşê Diyarbekirê bê parastin."

Ji ber kêmbûna Zebeşê Diyarbekirê, zebeşên ji bajarên wekî Edene û Antalyayê tên hilberîn di bazarên Diyarbekirê de cihê digire. Yek ji sembola bajar Zebeşê Diyarbekirê bi xetereya wendabûnê re rû bir û maye. Hêvî û daxwaza cotkaran ew e ku girîngî bi parastina zebeş bê dayîn.