Tirkiye: 171 milyon kartên bankayê hatine bikaranîn

Li gor daneyên bankaya navendî ya Ewropayê, li Tirkiyê di sala 2015an de 171 milyon kartên kredî û bankayê hatine bikaranîn.

K24 - Stenbol

Li gor daneyên bankaya navendî ya Ewropayê, li Tirkiyê di sala 2015an de 171 milyon kartên kredî û bankayê hatine bikaranîn. Bi vî awayî Tirkiye, li nav welatên Ewropayê di bikaranîna kertên bankayê de bû yekemîn.

Zanyariyên ku ji aliyê bankaya navendî ya Ewropayê ve hatine belavkirin nîşan dide ku par welatên wek Brîtanya û Almanya di bikaranîna kartên bankayê de li paş Tirkiyê mane. Li Tirkiyê dahata kartan ji 1 trîlyon lîreyê Tirk derbas bûye. Herî zêde kar û barên kirînê di meha Remezanê roja Erefeyê de bûye.

Rêvebirê giştî yê navenda kartan a navbankayan Soner Canko ragihand ku sala çûyî 58 milyon û 2 hezar kartên krediyê, 112 milyon û 4 hezar jî kartên bankayê hatiye bikaranîn. Kirîna li ser înternetê ku bi karta krediyê hatiye kirin jî gihîştiye 22 milyonan. Ev hejmar li gor salên din zêdetir bûye.    

Li Tirkiyê dahata kirînê yên li gel kartan cara yekem e ku ji 1 trîlyonek lîreyê Tirk derbas bûye. Herwiha zêdetirîn kar û bar jî di roja evîndaran a 14ê Sibatê de pêk hatiye. Ji her 5 kirînên bi kartê 2 jê li ser înternetê hatine kirin.