Rageşiya gaza sirûştî li Derya Navarast bilind dibe

Li Derya Naverast her diçe rageşiya derbarê gaza xwezayî de bilind dibe. Tirkiyê keştiyek şande nêzîkî Kibrisê ku lêkolîna gaz û neftê bike. Ev yek ji aliyê rêveberiya Kibris, Îsraîl û Misrê ve wek provakasyonekê hate nirxandin û gefa mudaxaleya leşkerî li Tirkiyê xwarin. Tirkiyê di vê derbarê de daxuyaniyek ragihand û got; divê herkes heddê xwe bizanibe.
kurdistan24.net

 

K24 – Stanbol

Li Derya Naverast her diçe rageşiya derbarê gaza xwezayî de bilind dibe. Tirkiyê keştiyek şande nêzîkî Kibrisê ku lêkolîna gaz û neftê bike. Ev yek ji aliyê rêveberiya Kibris, Îsraîl û Misrê ve wek provakasyonekê hate nirxandin û gefa mudaxaleya leşkerî li Tirkiyê xwarin. Tirkiyê di vê derbarê de daxuyaniyek ragihand û got; divê herkes heddê xwe bizanibe.

Rageşiya ku di Sibata 2017an de li Derya Navarast dest pê kir ji nû bilind bû. Tirkiye serê dû salan in, li dijî peymanên Rêveberiya Rûman a Kibrisê ku digel Îsraîl, Amerîka, Îtalya û Misrê girêdane reaksîyonê nîşan dide. Li gorî van peymanan gaza sirûştî ya ku wê ji Deryaya Navarast bê derxistin di ser Îsraîlê re bo Ewropayê bê veguhastin. Tirkiyê jî biryar da ku li vê deverê dest bi xebatên sondaja hem gaza xwezayî û hem jî neftê bike. Ev biryara Tirkiyê ji aliyê rêveberiya Rûm a Kibrisê ve bi tundî tê rexnekirin û wek provakasyonekê bi nav dike. Herî dawîn di Konferansa "Kibirsiyên ku li derve dijîn" de Balyozên Îsraîl û Misirê hewlên Tirkiyê wek tehrîkê nirxandin û lê gefa leşkerî xwarin.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Îbrahîm Varli li ser vê regeşiyê ji K24ê re wiha axivî: “Gaza xwezayî û nefta ku li Derya Navarast peyda bû, derbarê parvekirina wê dê kêşe her diçe şer mezintir dibe. Îsraîl û Misir nikarin mudaxaleyî Tirkiyê bikin. Ji ber ku endama NATOyê ye. Lê wê li Derya Navrast car caran werin ber pozê hev. Tirkiye di ser Tirkên Kibrisê re hewlên xwe pêk tîne ev jî di qada cîhanê de ne rewa û ne jî hiqûqî nayine nirxandin. Ji ber ku Tirkiye li wir wek dewleteke dagirker tê binavkirin destê wê lawaz e. Loma rageşiya li Derya Navarast di pêş wê hê zêdetir bibe."

Piştî gefên Îsraîl û Misrê, Balyoza Amrîkayê Kathleen Doherty jî ragihand Kompanya Mobîl Exxon wê heta dawiya sala 2018an li Derya Navarast dest bi xebatên sondajê bike, heşwesta Tirkyê ya di vê derbarê de nayê qebûlkirin. Balyozê Yewnanîstanê Elias Photopoulos diyar kir Rûm xwedî her curre mafî ne li Derya Navarast. Ravêşkarê Komîserê Bilind yê Îngilistanê Ian Whiting jî da zanîn ew ji ber xebatên Tirkiyê yên qaşo derbarê deverên Munhasir ên li Kibrisê xwedî metirsiyê ne.

Pisporê Pêywendiyên Navdewletî Mustafa Kemal Erdemol dibêje: "Di civîna balyozan Îsraîl û Misir rasterast vebijêrka leşkerî tînin ziman, Amerîka û Îngilistan jî piştê didin wan. Loma ev mesele meseleyeke mezin e. Ew dibêjin Tirkiye ne hiqûqî tevdigere. Tirkiyê demek berê keştiyên şer şandibûn Derya navarast. Lê dîsa vekişand ji wir. Kibirisa Rûm niha bi Îsraîl û Misirê, Îtalya û Amerîkayê peyman girêdane. Piştî vê saetê Tirkiye min ne bawere karibe tiştekî bike."

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy jî li ser gefên mudaxaleya leşkerî ya Îsraîl, Misir û rexneyên balyozên Amerîka û Yewnanîstanê reaksiyon nîşan da û diyar kir divê balyoz bi heddê xwe bizanibin. Mafên Tirkiyê yên li Derya Navarast ku wek minhasir hatine destnîşankirin divê bêne naskirin.