Li Diyarbekirê Pembu her kêm dibe

Li Diyarbekirê bo pêşxistina çandiniya pembû û guhdarîkirina pirsgirêkên hilberînerên pembû di nava zeviyên pembû de ji aliyê kompaniyeke teybet ve civînên bi navê "roja zeviyê" tê li darxistin.

K24-Amed

 Li Diyarbekirê bo pêşxistina çandiniya pembû û guhdarîkirina pirsgirêkên hilberînerên pembû di nava zeviyên pembû de ji aliyê kompaniyeke teybet ve civînên bi navê "roja zeviyê" tê li darxistin. Di civînê de beşdaran bo rêbazên çandiniya pembû dan û standina pêşniyaran kirin. Pisporan hişyarî dan cotkaran ku avdaniya zêde nayê wateya hilberîna zêdetir û zirarê dide pembû. Pisporê Çandiniyê Profesor Cafer Mart amaje kir divê dema ku pembû avê bixwaze avdanî were kirin û dema ne wisa be dê qelîteya pembû jî bikeve.

Cafer Mart- profesorê beşa Çandiniyê- dibêje:"Di 2 salên dawîn de baraneke zêde hat û ax ji avê têr bû û demeke dirêj zevî di nava heriyê de man. Cotkaran jî hewil dan ku zû dest bi avêtina tovê pembû bikin. Piştî avêtina tov jî bêyî kul i gorî pergalekê avdaniyê bikin bi awayeke bê serûber avdanî kirin. Li gel vê yekê cotkaran xwestine pembuyê xwe ji nexweşînên çandiniyê biparêzin û dermanên kîmyewî bi kar anîne û van dermanan nekarî ye rê li ber nexweşînan bigirin. Ev hemu sedemên kêmbûna hilberînê û daketina qelîteyê ne."

Cotkarên ku beşdarî civînê bûn jî anîn zimên ji ber ku di salên dawîn de hilberîna pembû daketî ye ew êdî nikarin dahateke berketî bi dest bixin. Cotkarê pembû Hamza Kaya dibêje yek ji sedemên girîng ên daketina hilberîna pembû jî ew e ku cara yekem e li Diyarbekirê gezû di nava zeviyên pembû de peyda bû ye û vê yekê bandoreke mezin a neyînî li pembû kiri ye.

Hamza Kaya (cotkarê Pembû), got:"Çandiniya Pembû îsal ji destpêkê heta dawiyê na baş bû. Nexweşî di nava zeviyan de eyda bû. Vaye hun dibînin gezuyê li pembû daye û cotkar perişan bû ne. Berê me ji sere donimekê 600 kêlo pembû bi dest dixist lê niha xuya ye dê 200-300 kêlo were bidestxistin. Bu ye nîvenîv."

Pispor û cotkarên pembû balê dikêşin ku eger çandiniya pembû pêşketinekê bi dest nexe dê bibe sedem ku cotkariya pembû li Diyarbekirê kêm bibe. Ev yek jî dê rê veke xebatkarên dirûna pembû yên Diyarbekirê bêkar bimînin û ji neçarî jî berê xwe bidin bajarên Rojavayê Tirkiyeyê û karkeriya demsalî bikin.