Aboriya Tirkiyê bi kû ve diçe?

Aboriya Tirkiyê bi kû ve diçe? Niha di kîjan qonaxê de ye? Rûdanên navneteweyî bandoreke çawa li ser aboriya Tirkiyê dikin? Zanistan aboriya Tirkiyê ya ku di qonaxeke krîtîk re derbas dibe nirxandin.

 

K24 – Enqere

Aboriya Tirkiyê bi kû ve diçe? Niha di kîjan qonaxê de ye? Rûdanên navneteweyî bandoreke çawa li ser aboriya Tirkiyê dikin? Zanistan aboriya Tirkiyê ya ku di qonaxeke krîtîk re derbas dibe nirxandin.

Her çiqas hikûmet rewşa aboriya Tirkiyê bi awayekî erênî binirxîne jî, aborînas û çavdêr ne di heman baweriyê de ne. Li gorî daneyên aborînasan Tirkiyeya ku di salên 1980î de di warê aboriya çandiniyê de li Ewropayê di rêza yekem ya cîhanê de jî 7emîn bûye, niha ketiye rêza 18an. Niha hem di warê çandinî hem jî pîşesaziyê de serkêşiyê welatên wek Amerîka, Belçîka, Endonezya û Brezilya dikin.

Bi boçûna aborînasan berî niha Tirkiye wek embara genim dihate zanîn, lê niha ji sala 2008an vir ve Tirkiye ji welatên wek Rûsya, Fransa, Bulxarîstan û Îsraîlê hawirdeya genim dike. Di warê pîşesaziyê de bajarê Stenbolê bi tena serê xwe hemû barê Tirkiyê hiligirtiye ser pişta xwe. Aborînas diyar dikin ku ev yek jî hê kurtir dike wê têdemayîna ku Tirkiye pêve diçe.

Pisporê Aboriyê Ahmet Mufît Bayram di vî warî de wiha ji K24ê re axivî: “Dema ku em li pêşeroja Tirkiyê dinêrin rewşa nebaş xuya dike. Tirkiye aboriya xwe bi pereyên germ birêve dibe. Ligel vê yekê li Tirkiyê qeyranên siyasî hene, Rewşa Awarte û şer berdewam e, ji ber van sedeman veberhênan bi çavekî neyinî li Tirkiyê dinihêrin. Tirkiye aboriya xwe ji jêderkên derve saz neke wê karibe bi ser bikeve.”

Li gorî daneyan derbarê maddeyên xam yên çandiniyê de 7 milyar dolar bûdçeya vekirî heye ya Tirkiyê ya di bazirganiya derve de. Beramberî vê yekê ligel ku Fransa welatê pîşesaziyê ye jî, 15 milyar Ewro dahatûyê bi dest dixe di warê çandiniyê de. Îspanya 16 milyar, Hollanda jî 40 milyar Ewro. Tiştê herî balkêş jî Tirkiye ne ji hilberînê ji arîzikirina warên çandiniyê 66 milyar dolaran bi dest dixe. Li gorî aborînasan ji sedî 87ê arizîkirinê bi destê AK Partiyê hatiye kirin.

Aborînas Erînç Yeldan dibêje: “Ji destpêka sala 2013an heta niha di warê têketina samanan ya ji bo Tirkiyê kêm bûye. Qeyrana di nava Tirkiyê de ne demkî ye. Aboriya Tirkiyê li ser aboriyeke berwer hatiye avakirin. Di her warî de Tirkiye berxwer e, welatekî hilberîner nîn e. Loma divê hilberînê bike yan na bi ser nakeve.”

Aborînasan ji bo rewşa Tirkiyê zelaltir bê fêm kirin çend mînakên sarincrakêş dan. Li gor daneyan di sala 1980î de 50 milyon pezê Tirkiyê hebûye, lê niha 25 milyon. Dîsa di wan salan de 30 milyon bizin hebûne lê niha ew hejmar daketiye 10 milyonan. Hejmara gamêşan jî ji milyonekê daketiye 110 hezaran, digel vê yekê ji 16 milyon dewaran jî niha bi tenê 14 milyon mane. 25 milyon hektar warê mêrgê jî niha daketiya 14 milyon hektarî. Ji sedî 75ê hilberînerên çandiniyê jî êdî hew bi çandiniyê re radibin. Sedema wê jî cotkar salê 4 milyar lître mazotê bikartînin û her serê lîtreyekê jî 3 lîreyan bacê didin dewletê. Bi giştî jî bi tenê di ser mazotê re her sal cotkar 12 milyar lîre bacê didin dewletê.