Aboriya Rêveberiya Xweser ji kû tê

Ji beriya 2 salan ve Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin û karûbarê civakê bi rê ve dibe. Li gorî sîstema rêveberiyê bi karîn û dahatên aborî yên xweser, civak xwe bi xwe birêve dibe. Di sala 2014an de û weku di bûdceya Rêveberiya Xweser de hatiye ku jêderên aboriyê yên herî giring ji dahatên rêveberiyê re dergehê Sêmalka yê sînorî û gumrik e, herwiha baceyên ku li ser bidestxistina xizmetguzariyan li ser welatiyan têne sepandin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Her di sala 2014an de dahatên Rêveberiya Xweser gihiştine nêzî 7.2 milyon dolar, û tevî di pilanên rêveberiyê de hatiy ku, para herî mezin ji dahatan dê ji pirojeyên tenduristiyê, perwerde, û xizmetguzariyê re bin, lê ta niha ti pêşketin di van waran de çê nebûye.

Berpirsên “DIRAVΔ li Cezîrê dibêjin ku, ji ber rewşa şer û dorpêçkirinê di Rojavayê Kurdistanê de wan nedikarî ti pirojeyan çê bikin. Herwiha hemû karînên aborî ji bo şer û rûbirûbûna terorê terxan dikin.

Li gorî pilanên aborî yên Rêveberiya Xweser di sala 2015an de, dê hewildan bêne kirin, da ku dahatên wan bighêje nêzî 14 milyon dolar, nemaze ku devera Cezîrê bi petrol û çandinya xwe dewlemend e.

Berpisên aborî ji aliyê xwe ve dibêjin ku, tevî vê dewlemendiyê lê ew bi rêjeyên herî kêm petrolê difroşin welatiyan. Herwiha dorpêçkirin û tunebûna aramiyê fişarê li ser wan dike ku, baceyên kêm li ser berhemên çandinyê bisepînin, û ev yek dibe rêgirî li pêş avakirina pirojeyên aborî mezin ku bibe alîkar di pêşketina deverê de.

Li gorî sîstema dabeşkirina dahatên sala 2015an ji sedî 65 ji van dahatan ji bo berevaniyê dê bêne texankirin, û ji sedî 15 ji bo Desteya Hundirîn û ewlehiyê, û tenê ji sedî 20 ji bo dezgeh û pirojeyên her sê kantonên Cezîr, Kobanê, û Efrînê dimîne.

tevî ku pilana Serokatiya Encûmena Cîbecîkar ew bû ku, para beşên tenduristiyê, perwerde, û xizmetguzariyê ya herî mezin be, lê ta niha ti piroje di vî warî de nehatine bicî kirin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser behaneya wê yekê vedigerînin ku, ta niha projeya Rêveberiya Xweser di destpêka xwe de ye, loma pêwîstiya wê bi demê heye ta bipêş keve. Hin şopîner ji aliyekî din ve dibînin ku, ne aşkerekirina hejmarên tekez, herwiha tunebûna zelalmendiyê yek ji kêşeyên rêveberiyê ne û ev yek çarenivîsa hin dahatan mîna petrolê nediyar dihêle. Ji aliyekî din ve nakokiyên siyasî û sepandina hin zagonên ne guncav dibe sedema kêmbûna dahatên Rêveberiya Xweser.