Dolar li bermberî Lîreya Tirkî zêde dibe

Her dolarek Amerîkî bi 3.11 lîreyan tê firotin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê Dolara Amerîkî beramberî lîreya Tirkî ser hev rekoran dişkîne û di piyasayên Tirkiyê de dolarek Amerîkî bi 3.11 lîreyan tê firotin.

Li Tirkiyê niqaşên derbarê sîstema seroktî, alozî û şerê li S[riye û Iraqê û çavereya zêdekirina faîzan ji aliyê Benqeya Navendî ya Amerîkayê ve û metirsiyên jeopolîtîk dibe sedem ku, Dolar li Tirkiyê roj bi roj zêde bibe.

Dolar îro, beramberî lîreya Tirkî rekorek din jî şikenand û dolarek Amerîkî niha bi 3.11 lîreyan tê firotin.

Dolar li Tirkiyê berî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê 2.89 lîreya Tirkî dihat firotin.