Bazara penêr ya Sûrê, li ber girtinê ye

Li Diyarbekirê bazara herî kevin a penêrfiroşan ku li navçeya Sûrê ye; ji ber pêşveçûna navendên dan û stendinê û aloziyên ku bandorên neyînî li esnafên navçeyê kiribû, li ber girtinê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê bazara herî kevin a penêrfiroşan ku li navçeya Sûrê ye; ji ber pêşveçûna navendên dan û stendinê û aloziyên ku bandorên neyînî li esnafên navçeyê kiribû, li ber girtinê ye. Bazara Penêrfiroşan a Sûrê, 25 sal in ku wekî navenda dan û stendina bajarvanan bû û penêrên hemû bajarên bakûr li vê bazarê dihatin firotin. Lê esnaf li ser rewşa niha amaje dikin ku; ew êdî nikarin kirêya dikanên xwe jî derxin.

Bazara Penêrfiroşan a yekemîn ku li Diyarbekirê hatibû vekirin, ev bazar e. Penêrên li vê bazarê, ji hemû bajar û navçeyên herêma Botan û Herêma Serhedê yên bakûr tên bidestxistin. Basrî Yenîş esnafekî vê bazarê ye û dibêje; berhemên li vê bazarê, bi awayekî xwezayî tên amadekirin û buhayê van berheman jî li gorî sala par wekî xwe maye.

Basrî Yenîş ji K24ê re got: “Bi gelemperî penêr ji derve jî tê. Ji Konya, Mereş û herêmên din jî tên şandin. Lê penêrê herêma me bi çêjtir e, zêdetir xwezayî ye û rûnê wê jî zêde ye. Dan û stendin wekî berê nemaye. Em jî ji neçarî tên û rojên xwe li vê derê derbas dikin. Em hinek kar dikin lê nan dernakeve.”

Li bazarê ji penêrê Wanê heta penêrê Mûşê, ji penêrê honandî heta penêrê helandî, ji toraqê heta rûnê nivîşk hemû cure berhemên şîrî peyda dibin. Niştecihên ku ji berê de ji vê bazarê dan û stendinê dikin jî diyar dikin ku bazar wekî berê ne geş e. Beşîr Çîçekçî yek ji kiriyarên berê yên vê bazarê ye dixwaze bazar car din wekî berê şên bibe.

Beşîr Çîçekçî dibêje: “Tu niha li Sûrê, li Kolana Deriyê Mêrdînê dinihêrî, mirov lê tunene. Heger hebin jî kêm kesên niştecihên berê tên li vê derê dan û stendinê dikin. Yên mayî karmend in, hemû li ser marketan dan û stendinê dikin. Ji ber vê yekê hevsenga bazarê ne baş e.”

Li gorî amajeyên van esnafan; Ji ber ku navendên dan û stendinê zêde bûne û berhemên şîrî yên fabrîqeyan di nav esnafan biçûk de zêdetir tên firotin; buhayên wan ji yên xwezayî kêmtir in û ji ber hêza kirînê ya xelkê jî zêde ne baş e, berhemên febrîqeyan zêdetir tên firotin. Li vê bazarê jî buhayê penêrî, li gorî cureyên xwe kîlo ji 14 lîreyan dest pê dike û heta 25 lîreyan zêde dibe.