Paşeroja têkiliyên navbera Tirkiye û Yêkîtiya Ewropayê

Komeleya Kondrad Adenauer Stiftung bi armanca têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de werin xurtkirin panelek lidarxist.

K24 - Enqere

Di çarçoveya gotubêjkirinên di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de, Yekîtiya Gumrikê hat damezrandin. Piştî vê yekê Tirkiye bazara xwe li dewletên YEê vekir û di veberhênana navbera Tirkiye û Ewropayê de pêşketin çêbû.

Komeleya Kondrad Adenauer Stiftung bi armanca têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de werin xurtkirin panelek lidarxist.

Di panelê de berpirsê komeleyê DR. Colin Durkop got ku di sala 1994an de Yêkitiya Gumrikê hatiye damezrandin û bi vê yekê pêşketinên aborî dest pê kirine: “Têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye û Ewropayê de gelekî baş in. Aborî qadeke wiha ye ku pirsgirêkên wê zêde ne.  Ji ber vê yekê, li gorî min, bo pêşvebirina têkiliyên aborî, pêwîstî bi bazirganî û proseseke nû ya sererastkirina aboriyê heye û divê di vê çarçoveyê de têkiliyên di navbera Tirkiyê û Ewropayê de werin xurtkirin.”

Aborînas Prof. Dr. Gabriel Felbermayr jî got ku ji bo vê pêşketinê divê ew berê xwe bidin Yêkitiya Gumrikê ya serkeftî: “Bi hewldanên par gelek qadên bazirganiyê di navbera Tirkiyê û Ewropayê de hatin peydakirin. Di sala dahatû de, em ê endamtiya Tirkiyê ya bo Yêkitiya Ewropayê careke din binirxînin. Divê di warê yekîtiya Gumrikê de jî serastkirinên nû werin kirin.”

Aborînas dibêjin ku bi xurtbûna têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiye û Ewropayê de, divê gotûbêjên li ser endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropa destpê bikin û herwiha divê peymana gumrikê jî were rojane kirin.