Têkiliyên aborî yên Tirkiye û Iraqê ber bi têkçûnê ve diçin

Piştî bûyera şandina leşkeran di navbera Tirkiyê û Iraqê de qeyranêk derket. Ew qeyran çareser bû, lê niqaşa aboriyê hêj jî berdewam e.

K24 - Enqere

Iraq û Tirkiye di warê aborî de du dewletên têkildar in. Di nav her du welatan de tekîliyên aboriyê gelekî zêde ne. Piştî bûyera şandina leşkeran di navbera Tirkiyê û Iraqê de qeyranêk derket. Ew qeyran çareser bû, lê niqaşa aboriyê hêj jî berdewam e.

Iraq, di warê bazirganiyê de piştî Elmanyayê dûyemîn dewlet e ku ligel Tirkiyeyê têkiliyên aborî dimeşîne, û di nav her dû welatan de bazîrganîya; petrol, enerjî, av û avahisazî heye. Ji bilî vê yekê  di navbera her dû dewletan de projeyên  wekî avakirina newxeşxane û dibistanan jî hene. Sûda bazirganiyê bo Tirkiyeyê di salekî de nêzikê 242 milyon lirayê Tirk e.

Her çiqas qeyrana siyasî a di navbera Tirkiyê û Iraqê de çareser bibe jî, niqaşên di warê aborî de hê berdewam in. Pisporê Iraqê Doç. Dr. Burak Bîlgehan Ozpek diyar kir ku ew bûyerên dawî dê li ser aboriyê bandoreke mezin  bihêle: “Tekîliyên aborî dû alî ne.  Fîrmayên her du dewletan jî, yên li  Iraqê yan li Tirkiyê dixebitin ji wan geşedanan dê zerarê bibinin.”

Pisporan dan zanîn ku li gor tekîliyên her du welatan car car aborî jî zerarê dibîne, lê belê bo pêşerojê bandorê wê namîne û Tirkiyê herî zêde bi Hêrema Kurdistanê re bazîrganiyê dike, herwiha tekîliyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê baş in. Ji ber vê ew nikarin bêjin piştî bûyerên dawî tekîliyên aborî yekser têk çûne.

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun jî nerînên xwe yên li ser vê mijarê wiha anîn ziman: "Tirkiye li Iraqê karê avahîsaziyê dike. Hêrema Xalica Besrayê nerazîbûn nîşan dabû, dibe ku wê karê aboriyê sekinandibe. Lê belê eger em di çarçoveya giştî de binêrin, xebatên aboriyê zêde neketine. Heta berdewam in."

Tirkiye û Iraq di Rojhilata Navîn de dû dewletên giring in û her du dewlet cîranê hev in. Di navbera her dû dewletan de Peymannameya “Hevpariya Aborî” heye û ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku hewldanên bo duristkirina têkiliyan xurttir bibin.

Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun