Kirîn û firotana masiyan di Zivistanê de zêde dibe

Kirîn û firotina masiyan li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê di werzê Zivistanê de xurtir dibe, tevlî ku bazareke taybet bi masiyan li deverê tune ye û piraniya masiyan jî ji çemê Feratê têne girtin, lê herhata xelkê liser kirîna masiyan zêde ye û nirxê wan jî guncaw in.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Kirîn û firotina masiyan li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê di werzê Zivistanê de xurtir dibe, tevlî ku bazareke taybet bi masiyan li deverê tune ye û piraniya masiyan jî ji çemê Feratê têne girtin, lê herhata xelkê liser kirîna masiyan zêde ye û nirxê wan jî guncaw in.

Di werzê zivistanê de xwarina goştê masiyan xweştir dibe jiber wilo jî herhata xelkê liser kirîna masiyan zêdetir dibe. Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê derya û golên avê tune ne û tenê jêdera masiyan ji bendavên deverê û çemê Feratê ne.

Welatiyek dibêje ku zanyariyên wan bi cûreyên masiyan ewqasî ne zêde ne, lê jiber ku xwarina goştê masiyan pir sûdeyên tendirustî dighîne gewdê mirovan, her hefteyê yan jî mehane ew masiyan dikirin.

Li bajarê Qamişlo bazareke taybet bi masiyan tune ye, ji ber wilo jî firoşkarên masiyan li hin deverên cuda cuda masiyên xwe difiroşin. Piraniya masiyên bazarê, jêdera wan ji çemê Feratê û ji hin bendavên herêmê ne û carcaran masiyên ku ji deryayan têne girtin li bazarê têne dîtin, lê nirxê wan jî ji masiyên çem û bendavan buhatir in.

Firoşkarên masiyan dibêjin, di demsala zivistanê de kirîn û firotina masiyan zêdetir dibe, çimkî keş û hewaya cemidî alîkariya wan di veguhstina masiyan ji deverên dûr bo bazarên herêmê dike, ev yek jî bandorekê li nirxê masiyan dike û bi giştî nirxê yek kîlo masî li gorî cûreyên masiyan ji 500 Lîreyên Sûriyê ta bi 3000 Lîreyên Sûriyê hene.