Kantona Cizîrê: Bêyî rezamendiya rejîmê em petrolê nafiroşin

Li gor Serokê Desteya Enerjiyê, rojane 15 hezar bermîl petrol li kantona Cizîrê tê berhemanîn.

K24- Navenda Nûçeyan

Desteya Enerjiyê li Kantona Cizîrê radighîne ku, ew bêyî rezamendiya rejîma Sûriyê, petrolê naşînin derve. Hebûna rêkeftinekê jî di navbera YPG û rejîmê de aşkere dike.

Serokê Desteya Enerjiyê li Kantona Cizîrê, Silêman Xelef ji malpera Suwar ya Erebî ye diyar kir ku, niha 12 kêlgehên petrolê li kantona Cizîrê hene, rojane jî “15 hezar” bermîl petrol tê derxistin.

Silêman Xelef diyar kir ku, heta niha 3 hezar fermanber li navçeya Rimêlan, ya herî zengîn bi petrolê, kar dikin û mûçeyên xwe jî ji rejîmê werdigrin.

YPGê û rejîm derbarê petrolê de rêkeftine

Li gor ku Serokê Desteya Enerjiyê li Kantona Cizîrê aşkere kiriye, di Buhara 2013an de, rêkeftin di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Petrolê li Hesekê ya ser bi Wezareta Petrolê ya Sûriyê ve çêbûye.

Rêkeftin derbarê wê yekê bû ku, dê YPGê hemû kêlgeh û bîrên petrolê yên li Cizîrê biparêze.

Silêman Xelef da zanîn jî ku, niha 12 kêlgeh û hezar û 464 bîrên petrolê li navçeyê hene.

Kantona Cizîrê bêyî rezamendiya rejîmê petrolê nafroşe

Beriya demekê di medyaya Başûrê Kurdistanê de raporek belav bû ku, Kantona Cizîrê petrolê dişîne Başûrê Kurdistanê û ji wê de jî dişîne Bendera Ceyhan ya Tirkî.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku, di wê proseyê de, Kantona Cizîrê mehane 10 milyon dolar bidest dixe, Serokê Desteya Enerjiyê jî ew ye red kir.

Xelef balkişande ser yek ji xalên Girêbesta Civakî ya kantonê û got ku “petrol û xaz milkê hemû Sûriyan ne, ne tenê yê kantona Cizîrê.”

Navborî tekez kir jî ku “her proseyeke hinartina petrolê (…) divê bi rezamendiya navdeweltî û desthilatdarên Şamê be.”

Lê Silêman Xelef aşkere nekir ka petrol ji aliyê kantnona Cizîrê ve tê firotin yan na.