Berhemên li Tirkiyeyê tên vegerandin bo ku tên şandin?

Kurd24

K24 - Enqere

Li Tirkiyeyê dermanên çandiniyê bêkontrol tên bikaranîn. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser berhem û xurekan dike û di hinardekirina wan de pirsgirêk derdikevin. Herî dawî Rusyayê berhem û xurekên ji Tirkiyeyê kirîbûn bi hinceta “ji bo tenduristiyê nebaş in” li Tirkiyeyê vegerandin.

Berhem û xurekên li Tirkiyeyê tên vegerandin, hinek ji wan li bazarên  Tirkiyeyê têne belavkirin û îdia heye ku hindek ji wan xurek û berheman bo hinek welatên din tên şandin.

Gelo ev xurekên ji bo tenduristiyê ne baş in  bi taybetî ji bo kîjan herêman ango ji bo kîjan welatan tên hinardekirin?

Serokê Komeleya Mafê Kiryaran Turhan Çakaş da zanîn ku ev xurek li hemû deverên Tirkiyeyê têne belavkirin û hemû welatî  wan xurekan distînin: "Ev xurek ne tenê di nav bazarên Tirkiyeyê de têne belavkirin, dibe ku ji bo welatên wek  Iraq û Sûriyeyê jî bên şandin. Sedem çi be bila bibe  mirov wan xurekan dixwin û ji bo tenduristiya wan xeter e. Ev sûcê mirovahiyê ye."

Aborînas Zülfikar Doğan jî got ku bi şûnvegerandina van xurekan, di warê aborî de, zirareke giran digihe Tirkiyeyê: "Wek tê zanîn dewleta herî zêde berhemên Tirkiyeyê dikire Rûsya ye û Rûsya xurekên Tirkiyeyê lê vegerandin û berê xwe da welatên din. Bi vê yekê hemû berhemên Tirkiyeyê di destê hilberîneran de man."

Hat ragihandin ku her tim ji ber bikaranîna dermanên zêde di hinek xurekên li Tirkiyeyê tên berhemanîn de, nexweşî peyda dibin û bo vê yekê Tirkiye nikara wan xurekan bişîne dewletên mezin. Herwiha tê îdiakirin ew berhemên di destê Tirkiyeyê de dimînin ji bo hinek welatên hejar, bi taybetî welatên wek Iraq û Sûriyeyê tên şandin.