Îsal firotin û bihayê xaniyan zêdetir bûye

Li Tirkiyê herî zêde avahî li Stenbolê hatine firotin. Li Stenbolê di nav 8 salan de 1 milyon û 387 hezar û 431 xanî hatine firotin. Herwiha rojê 485 xanî hatine firotin.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê herî zêde avahî li Stenbolê hatine firotin. Li Stenbolê di nav 8 salan de 1 milyon û 387 hezar û 431 xanî hatine firotin. Herwiha rojê 485 xanî hatine firotin.

Saziya Îstatîstîka Tirkiyê da zanîn ku di nav 11 mehan de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 1 milyon û 146 hezar û 721 avahî hatine firotin. Di salekê de li bajarê Stenbolê 213 hezar û 172 avahî, hatine kirîn. Herî kêm li Colemêrg, Erdexan û Bayburtê xanî hatine firotin. Li gor sala borî firotina xaniyan ji sedî 11,25 zêde bûye.

Serokê Komeleya Emlakvanên Stenbolê Eyup Yaşar Ovali diyar kir ku nifusa Stenbolê zêde ye loma pêwistiyeke mezin bi xaniyan li vî bajarî heye: "Li Stenbolê xanî pir giranbiha ne. Herêmên wek Etîler, Levent û deverên nêzîkê behrê bihayê xaniyan zêde ye. Li aliyê Trakyayê, ji ber ku erd zêde ne berfireh in, xanî zêde nayên dîtin loma nirxê xaniyan zêde dibe."

Welatiyê bi navê Alaattîn Turkyilmazê xanenişîn jî dibêje ku dewlet bi çêkirina xaniyên TOKÎyê derfetên baş dide welatiyan. Welatî Mehmet Kirci jî dest nîşan dike ku çêkirina avahiyên û nûkirina xaniyan dibe sedema zêdebûna bihayên malan.

Piştî Stenbolê zêdetirîn li Enqerê û Îzmîrê xanî hatine kirîn. Sal bi sal bihayê xaniyan zêdetir dibe. Çêkirina rê û rawestgehan, xetên metroyê û koçkirin dibin sedema firotina zêde ya xaniyan.

Serokê Komeleya Emlakvanên Stenbolê Eyup Yaşar Ovali