Li Îranê bêkarî bûye sedema zêdebûna tawanan

Serokê Komeleya Girtiyên Îranê, ragehand ku temenê piraniya wan kesên li Îranê hatine girtin di navbera 30-36 salan de ye û sedema serekî ku wan ber bi tawanan ve jî dibe bêkarî ye.

K24 – Tehran

Serokê Komeleya Girtiyên Îranê, ragehand ku temenê piraniya wan kesên li Îranê hatine girtin di navbera 30-36 salan de ye û sedema serekî ku wan ber bi tawanan ve jî dibe bêkarî ye.

Li gor daneyan, astê temenê wan kesên li Îranê tawanan dikin daketiye, evna jî bûye meseleyek serekî û Desthilata Dadwerî ya Îranê jî ev mijar xistiye bernamemeya karê xwe.

Bi baweriya Serokê Komeleya Girtiyên Îranê Esxer Cîhangîrî, sedema serekî ya van tawanan bêkarî ye û duyem jî nexwendewarî ye. Li gor amaran ji sedî 50ê wan kesên ku tawan kirine, xwendina wan di asta seretayî de ye.

Cîhangîrî daxwaz ji hikûmetê kirk u derfeta kar ji ciwanan re peyda bike û herwiha ji Desthilata Dadwerî jî xwest di derxistina ceza û hikûm de bêkariya ciwanan li ber çav bigire.

Wezîrê Dadê yê Komara Îslamî ya Îranê Mistefapur Mihemmedî berî niha ragehandibû ku ku ji her 269 hezar kesên Îranê 26 ji wan di girtîgehê de ne. Evna di demekê de ye ku li welatekî wek Danîmarkayê ji her 100 kesan 61 kes di girtîgehan de ne.