Derçûna Birîtanîya ji Yekêtîya Ewrûpayê, abûrîya cîhanê dê bihijîne.

Wezîrên Darayîyê û berpirsên bankên navendîyên Ewrupayê haydarîdan ku eger Birîtanîya ji Yekêtîya Ewrupayê biderkeve; abûrîya cîhanê dê hevrûşî hijanê bibe. Herweha xuya jî kirin ku dû tengjeyan li pêşîya Ewrupayê hene, yekem hatina koçberane ya dûyem jî cûdabûna Birtanîyaye ji Yekêtîya Ewrûpayê.

K24-Hewlêr:

Li gor tor a SÎ ÊN ÊNa Emerîakayî asta metrsîyên abûrî ji cudabûna Birîtanîya ji Yekêtîya Ewrûpayê bilind bûye. Çunku bizav ketîye di sermayeyan de û tirsa koçkirina sermayeyê ji Ewûrûpa ji hemû demkê zêdetire. Herweha behayê tiştan jî ber bi dakevtinêye.

Li kongrireya Şenghay, li Çîn,Berpirsên Yekêtîya Ewrupayê , neveşartin ku Ewrûpa li pêşîya dû tengijeyan deye .Yekem hetina koçberane û ya dûyem jî derkevtina Birîtanyaye ji Yekêîtîya Ewrûpa,

Biryare li 23ê/Huzeyrana ev sal,li Birîtanîya rifrandom  bihê encamdan  ji bo ku gelê ewî welatî biryarê bide, ka dê di Yekêtîya Ewrupayê de vemîne yan dê cûda bibe.

Rawêjkarê Hikumeta Birîtanîya, Corc Osborin,weha dibîne ku cûdabûna Birîtanîyayê ji Yekêtîya Ewrupayê heya radeya mirinê metirsîdare û ne tenê zîyanê digehîne abûrîya Birîtanîya û Ewrûpyê belkû hemû rewşa abûrîya cîhanê ne cêgir dike.

Ev di demekê de ye ku Birîtanîya bi temamî bûne dû pişik ji navbera vemanê û nemanê di yekêtîya Ewrûpayê de.