Hinardeyên Dîyarbekirê bo Herêma Kurdistanê kêm bûne

Karsazên Bakurê Kurdistanê bi gilî ne ku di bacên gumrukê yên Deriyê Brahîm Xelîl de ji aliyê Hikumeta Navendî Ya Bexdayê ve bacên bilind ji berhemên xurek, tekstîl û avahîsaziyê tên wergirtin û ev yek dibe sedem ku hinardeya li gel û Kurdistanê de dakeve ku %65ê bazirganiya Bakurê Kurdistanê li gel Hewlêrê tê kirin.

K24-Amed

Karsazên Bakurê Kurdistanê bi gilî ne ku di bacên gumrukê yên Deriyê Brahîm Xelîl de ji aliyê Hikumeta Navendî Ya Bexdayê ve bacên bilind ji berhemên xurek, tekstîl û avahîsaziyê tên wergirtin û ev yek dibe sedem ku hinardeya li gel û Kurdistanê de dakeve ku %65ê bazirganiya Bakurê Kurdistanê li gel Hewlêrê tê kirin.

Li gorî daneyên Meclîsa Hinardeyê Ya Tirkiyeyê di 7 mehên pêşî yên sala 2019ê de ji Diyarbekirê 233 milyon û 740 hezar dolar hinarde hatiye kirin û li gorî 7 mehên pêşî yên sala 2018ê nêzîkî %50yî di hinardeya Diyarbekirê de daketin çêbû ye. Karsaz amaje dikin ku piraniya hinardeya Diyarbekir bo Başurê Kurdistanê tê kirin û ji ber polîtîkayên bacê yên hikumeta navendî ya Bexdayê hinardeya Diyarbekirê û ya tevahiya Bakurê Kurdistanê di rewşeke gelek xirap de ye. Serokê Jûra Pîşesazî Bazirganiyê Ya Diyarbekir Mehmet Kaya amaje dike ku ji berhemên tên hinardekirin ên wek tekstîl, xurek û avahîsaziyê baceke gelek bilin tê wergirtin.

Mehmet Kaya-serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekir, dibêje:"Hîn jî pirsgirêkên bacê yên di hinardeyê de derdiketin pêşiya me çareser nebû ne. Wek mînak eger berhemek bi 10 lîreyî were firotin kêmzêde 6 lîre bac ji vê berhemê tê sitandin. Ev yek gelek zêde ye. Tê gotin ku car caran hinek kompanî berhemên xwe rêdikin Îranê û bi rêya Îranê derbasî bazara Kurdistan û tevahiya Îraqê dikin. Em hewil didin ku van pirsgirêkan çareser bikin."

Di sala 2018ê de di 7 mehên pêşî de hinardeya Diyarbekirê gihîştibû 444 milyon û 336 hezar dolaran û tê dîtin ku ev reqem îsal daketiye 233 milyon dolaran. Karsaz Hacî Vahap Fîdan jî bazirganiya seramîkê dike û balê dikêşe ku eger rewş wisa bidome qeyranek metirsîdar pêşiya aboriya Diyarbekir û herêmê ye û dive çareseriyek were dîtin.

Hacî Vahap Fîdan-karsaz, got:"Bacên ku ji aliyê Hikumeta Navendî ya Bexdayê ve tê sitandin bandorek neyînî li ser bazirganiya me dike. Bo serê her qemyonekê 800 dolar wek bac tê xwestin. Li gorî sala derbasbûyî di karê me de %70 daketin çêbû ye. Qasî ku em dibihîsin Bexda naxwaze kompaniyên herêma me bikevin bazara Kurdistan û tevahiya Îraqê de û bêhtir rê didin bo kompaniyên Îranê."

Li gorî daneyên meclîsa hinardeyê ya Tirkiyeyê di meha tîrmehê ya sala 2018ê de ji Diyarbekirê 114 milyon dolar hinarde hatiye kirin û ev reqem di meha tîrmeha îsal de daketî ye 89 milyon dolaran. Ji Bakurê Kurdistanê bo Başurê Kurdistan û tevahiya Iraqê jî di sala 2018ê de 1 milyar û 17 milyon û 989 dolar hinarde hatiye kirin û tê pêşbînîkirin ku ev reqem îsal newe peydakirin.