Rûsya 23 ton goştê mirîşkan paşde dişîne

Hat ragihandin ku li bajarê Primorye yê Rûsyayê di goştê kişandî yê mirîşkan de antîbiyotîka zêde heye, loma Rûsya dê goştê mirîşkan paşde bişîne Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin ku li bajarê Primorye yê Rûsyayê di goştê kişandî yê mirîşkan de antîbiyotîka zêde heye, loma Rûsya dê goştê mirîşkan paşde bişîne Tirkiyê.

Serwîsa Karantîna û Parastina Nebatan a Federal ya Rusyayê diyar dike ku di goştê kişandî yê Tirkiyê de nimûne hatiye wergirtin û li gor lêkolînan di goşt de antîbiyotîka zêde heye.

Li ser mijarê di malpera herêmê ya Rosselkhoznadzor de daxuyaniyek hate belav kirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “23 ton goştê ku ji Tirkiye hatiye û bi sertîfîka weterîner şandiye bendera Vladivostok a Rûsyayê di laboratuwarên weterîneriya dewletê de hat lêkolînkirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku antîbiyotika di goştê mirîşkan de ji pîvana maqûl zêdetir e.”

Li gor yasayên heyî, kel û pel an ji bo welatê ku hinardiye paşde tê şandin an jî tê jinavbirin.