Buhabûna dolar ziyanê digihîne aboriya Tirkiyê

Piştî bilindbûna buhayê dolarê hember lîreya Tirkiyê, ferqek mezin ket navbera dahatî û qerzên Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî bilindbûna buhayê dolarê hember lîreya Tirkiyê, ferqek mezin ket navbera dahatî û qerzên Tirkiyê û ziyana salekê gehîşt 40 mîlyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyê, hevsengiya dahatî û deynên Tirkiyê yên meha îlonê aşkera kirin. Li gorî daneyên fermî, valahiya meha nehê li gorî heman mehê ya sala par 2 mîlyar û 934 mîlyon dolar zêde bû gehîşt 4 mîlyar û 5 mîlyon dolaran.

Hat destnîşankirin, di vê daneyê de, daketina asta bazirganiya hinarde û hawirdeyê bandoreke mezin lê kiriye ku ev valahî nêzîkî 3 mîlyar û nîv e.

Banka navendî da xuyakirin, bi hejmarên meha îlonê, valahiya salane gehîşte 39 mîlyar û 267 mîlyon dolaran