Kompanyayên geştê dixwazin qedexeya asîmanî ya li ser Kurdistanê rabe

Du meh berê piştî referandûmê bi biryareke siyasî hikûmeta Iraqê qedexe danî ser qada asîmanî ya Kurdistanê. Ji ber vê yekê kompanyayên li Tirkiyê yên asîmanî dilgiranin û daxwaz dikin ku di demek nêz de ev qedexe bê rakirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Du meh berê piştî referandûmê bi biryareke siyasî hikûmeta Iraqê qedexe danî ser qada asîmanî ya Kurdistanê. Ji ber vê yekê kompanyayên li Tirkiyê yên asîmanî dilgiranin û daxwaz dikin ku di demek nêz de ev qedexe bê rakirin.

Piştî wê biryara Hikûmeta Iraqê ya qedexekirina qada asîmanî ji bo Kurdistanê hejmara geştyarên ku serdana Tirkiyê dikin jî gelekî kêm bû. Li gorî amarên fermî ji sala 2016an heta 8 mehên pêşîn ya sala 2017an hatina hejmara geştyarên ji Iraq û Kurdistanê ji sedî 115 zêde bûye. Lê bi boçûna kompayayên geştê piştî qedexeya asîmanî ku Iraqê li dij Kurdistanê daye destpêkirin ev reqem û jimare daketine asta rawestînê. Ahmet Çekîmê Nûnerê Firotin û Rezervasyonê yê SKY Turîzmê dibêje; şer û pevçûn û aloziyên siyasî bandoreke mezin li bazara wan dike. Berî du mehan hem ji Hewlêrê hem jî ji Kerkûkê bi hezaran geştyar û veberhênan dihatin, lê piştî rûdana dawîn û qedexeya hikûmeta Iraqê ya asîmanî ku li deverên Kurdan ragihandiye bandoreke neyînî li ser karê wan kiriye û ew niha bêhtir qels û lawaz bûne û her dixisirin.

Nûnerê Firotin û Rezervasyonê (SKY Turîzm)Ahmet Çekîm ji K24ê re got: "Berê em di ber geştyaran re nedigihîştin û feydekeye mezin li kompanyayên wekî me dibû. Aniha mixabin ne wisa ye. Ger ev proses vegûhere wekî bere, wê baştir bibe. Yanî jinûve vebûna qada asîmanî ya Hewlêrê, wê hem ji aliye civakî, aborî û geştyarî ve, rê li ber rûdanên erênîtir veke, li gorî berê. Loma siyaset lazim e vê kêşeyê çareser bike, di zûtîrin katê de."

Rêvebera Kompanyaya Yuzyilê ya Geştên Asîmanî Şeyda Vardar jî dibêje li gorî dû meh bere hatina geştyarên ji Iraqê kêm bûye. Divê qedexeya asîmanî rabe di zûtirîn katê de, ev yek ji bo me jî ji bo geştyaran jî wê baştir bibe.

Şeyda Vardar dibêje: "Wek hûn jî dizanin qada asîmanî ya Iraqê hate girtin li wan deverên Kurdan. Loma ji ber vê yekê bêdengiyeke mezin heye di warê hatûçûna geştyaran de. Li gorî du meh berê hatinûçûn hatiye asta rawestînê. Ger qada asîmanî vebe careke din wê ji bo me hemûyan baştir bibe."

Li gorî amarên sala 2017an wek rêje ji Rûsya, Almanya û Îranê jî bêhtir geştar ji Iraqê bi taybetî jî ji Kurdistanê serdana Tirkiyê kirine. Di 2016 an de hejmara ku 164 hezar û 252 kes bûne, di 8 mehên pêşîn ên sala 2017an de ev reqam derketiye 354 hezar û 209 kesan. Ji sedî 80ê yê van reqaman jî ji Kurdisatnê ne. Lê piştî qedexeya asîmanî ev hejmar ji sedî 90 ketiye û bandoreke mezin li ser kompnayayên geştê yên li Tirkiyê kiriye. Li gorî kompanyayên geştê tenê di firotina bîlêtên balifiran de Tirkiye li dora 350 milyon dolaran xisiriye. Loma kompanyayên geştê yên li Tirkiyê dixwazin ev qedexe rabe û bazar vegûhere rewşa xwe ya asayî.