Cotkar: Berê pembûya îsal baş e lê lêçûn zêde ye

Li gor daneyên fermî nîvê pembûyê Tirkiyeyê ji bajarên Bakurê Kurdistanê tê berhevkirin. Di sala 2017'an de tenê li Diyarbekirê li ser 418 hezar dominan cotkariya pembû hat kirin. Bi destpêkirina werzê pembû cotkarên li herêma Diyarbekirê çaverêne ku li gor sala par îsal ji sedî 30'ê dahata pembû zêdetir bibe. Xebatkarên pembû jî dixwazin desheqa wan bê zêdekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li gor daneyên fermî nîvê pembûyê Tirkiyeyê ji bajarên Bakurê Kurdistanê tê berhevkirin. Di sala 2017'an de tenê li Diyarbekirê li ser 418 hezar dominan cotkariya pembû hat kirin. Bi destpêkirina werzê pembû cotkarên li herêma Diyarbekirê çaverêne ku li gor sala par îsal ji sedî 30'ê dahata pembû zêdetir bibe. Xebatkarên pembû jî dixwazin desheqa wan bê zêdekirin.

Li herêma Diyarbekirê ji beriya hefteyekê werzê çinîna pembû dest pê kir.  Çavên cotkarên bakûr lê ye ku li gor sala par îsal dahata pembû baştir be. Lê buhabûna ji ber bilinbûna nirxê Dolarê Amerîkî bandoreke neyînî li vê beşa cotkariyê jî kiriye. Cotkar Mihemed Akin ji bûhabûna derman û zêdebûna lêçûnên cotkariya pembû bi gazinc e.  Akin dibêje, ne ji piştgiriya ku dewlet dike be nedikarîn cotkariya pembû bikin.

Cotkar Mihemed Akin ji K24ê re got: "Berê îsal baş e lê lêçûn zêde ye. Mazot û derman buha ne. Em jî neçarin ku vê mesrefê bikin. Kare ji pembû nemaye; heger ne ji piştgiriya ku dewlet dide me em ji pembû kar nakin."

Zeviyên pembû yên li ber Çemê Dîcleyê bi borîyên avê û bi ceylanê tê avdan lê vê carê jî lêçûna ceylanê  zêde dibe.  Heger cotkar heqê ceylanê nedin nikarin ji piştgiriya dewletê sûd werbigirin. Cotkar serê kîloya pembû 80 kurîşan, serê dominê jî ji bo gubre û mazotê 40 kurîşan piştgiriya dewletê digirin. Li hin herêman pembû bi makîneyên çinînê tê berhevkirin lê ji ber lêçûna zêde hin cotkar jî bi xebatkaran pembû berhev dikin. Hulya Duzun jî yek ji wan xebatkaran e ku bi çinîna pembû debara malbata xwe dike.  Duzun, rojane di 100-120 kîlo pembûyê bi gozik diçine û kêmzêde 60 Lîre qezenç dike.

Xebatkar Hulya Duzun dibêje: "Em saet ji 4'ê sibê tên heta saet 6'ê êvarî em pempû berhev dikin. Aha ev halê me ye. Em bi mecbûrî debara xwe dikin. Em bi rihetî pariyeke nan naxwin, em dibêjin bila em kîloyek zêde pembû bicinin."

Pembûyê ku ji nav zeviyan tê berhevkirin ji bo febrîqeyên çirçire tê şandin. Cotkarên pembû dibêjin ji ber lêçûnên zêde ew kar nakin lê xwediyên kargehan kar dikin. Daketina nirxê Lîreyê Tirk li beramberî Dolarî Amerîkî buhayê derman, mazot û gubre jî zêde kiriye. Cotkar dixwazin ku te'ba wan li ber çavan bê girtin û bihayek baş bi pembû bê dayîn.