Ber bi cejnê ve eleqeya bo qedayifê ya şîraniya Kurdan zêdetir dibe

Ber bi nêzîkbûna Cejna Remezanê yek şîraniya ku zêdetir tê xwarin qedayif e ku wek şîraniya navdar a Kurdan jî tê zanîn. Ev şîraniya li herêma Diyarbekirê ye lê Kurdên ku koçî Stenbolê kirine ev karê bav û kalê xwe li xeribiyê jî berdewam dikin û ber ev cejnê ve jî liv û lebata şîranîfiroşên Kurd zêdetir dibe.

Qedayif.. Şîraniya navdar a Kurdan. Di rojên wek eyd û cejnan de zêdetir tê çêkirin û xwarin

 

Remzî Boruyê xelkê Bingolê ye ku koçî Stenbolê kiriye û li xeribiyê jî ev 34 sal in karê bav û kalê xwe berdewam dike.

 

Hosteyê Kurd pêşî piçek nivîşk li ser sîniyekê belav dike dûv re li qedayifa ku bi destê xwe vedike fistiq û gûz lê dike paşê dipêçîne û bi rêk û pêk li ser sîniyê bi cîh dike.

 

Remzî Boru- hosteyê Qedayif ,dibêje: Ev karê qedayîfê yê herêma Diyarbekirê ye. Di zemanên berê de pêşî civata Ermen li Diyarbekirê dest bi çêkirina qedayîfê dikin û dûv re Kurd ji Ermenan hîn dibin û niha bi destê Kurdan ev kar berdewam dike.

 

Piştî bidawîbûna hin amadehiyên pêş, sîniyên qedayif lê ne bi qasî nîv saet tê pijandin û dûv re bo xwarinê şîraniyek bi tehm bo xwarinê amade dibe.

 

Remzî Boru-hosteyê Qedayif, dibêje: Ji bo çêkirina qedayifê ard, şîr, fistiq, gûz û rûn (nivîşk be baştir dibe) tê bikaranîn. Kelûpelên tên bikaranîn divê baş bin bi kalîte bin da ku qedayifa tê çêkirin baştir bibe. Rengê wê jî çiqas sor be ewqas tehmtir dibe.

 

Ber bi nêzîkbûna Cejna Remezanê eleqeya bo şiraniyan jî zêdetir dibe.

 

Yunus Boru- Qedayiffiroş, dibêje: Di nav şîraniyan de zêdetir qedayif tê xwarin. Çimkî qedayif li gor şîraniyên din siviktir e zêde rûn tê da nîn e. Dema cejnê em rojane hezar û 500 kîlo qedayif difiroşin.

 

Ev kar û barên li bajarên Kurdan dest pê kiriye, niha li metropolên Tirkiyê jî bi destê Kurdan pêl bi pêl belav dibe.