Rêveberiya Xweser li ser nirxê kirîna ceh û genim rijd e

Biyara Desteya Aborî û Çandiniyê di Rêveberiya Xweser de ku nirxê genim û ceh kêmî nirxê wan li cem Hikûmeta Sûriyê destnîşan kiriye, nerazîbûnek tund li cem welatiyan çêkir.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi nêzîkbûna destpêkirina paleyiya ceh û genim li deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, nemaze ku pêşbîn e cotkar berhemeke baş biçinin, biyara Desteya Aborî û Çandiniyê di Rêveberiya Xweser de ku nirxê genim û ceh kêmî nirxê wan li cem Hikûmeta Sûriyê destnîşan kiriye, nerazîbûnek tund li cem welatiyan çêkir, lê tevlî wê jî ta niha Rêveberiya Xweser ji biryara xwe nehatiye xwarê û ew rijd e bi van nirxan berhemên cotkaran bikire.

Ebdulxaliq yek ji cotkarên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye, piraniya demên xwe li nav zeviyên genim û bexçeyan derbas dike û ji ber ku îsal baran zêde bariya ew jî mîna tevaya cotkaran kêfxweş bû ku berhemeke baş bi dest bixe û têkçûna berhemên salên bûrî qerebû bike, lê biryara Desteya Aborî û Çandiniyê ku nirxekî kêm ji kirîna ceh û genim re destnîşan kiriye, kêfxweşiya wî çelmisand.

Tevlî rexneyên tund ji alî welatî û cotkaran ve li ser biryara navbûrî tê kirin, lê Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê dibêje ku piştî gelek civînan bi desteyên têkildar û kesên pispor û nûnerên cotkaran re, ev nirx hatiye destnîşan kirin. Derbarê nirxê ku ji alî hikûmeta Sûriyê ve hatiye destnîşan kirin, berpirsên desteyê dibêjin ku ev lîstokek ji alî rêjîmê ve ye û dixwaze tevlîheviyekê çê bike û ti carî rêjîm berhemên cotkaran bi vî nirxê buha nakirê, loma wan jî biyar daye ku nehêlin ti kes ji bilî wan pê ve berhemên cotkaran bikirin.

Rêveberiya Çandiniyê di hikûmeta Sûriyê de berî 2 hefteyan nirxê yek kîlo genim bi 185 Lîre û ceh jî bi 130 Lîreyên Sûrî diyar kir, lê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser rgihand ku dê yek kîlo genim bi 150 Lîre yek kîlo ceh jî bi 100 Lîreyî bikirin û tevlî nerazîbûna xelkê ji vê biryarê re jî, ta niha Rêveberî rijd e ku ev nirx biryara dawî be.

Derbarê kirîna berhemên cotkaran jî 15 navend û sayloyên genim li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyê hatine vekirin û dê pêşwaziya berhemên cotkaran bikin.