Kompaniyeya Genel Energy behsa hevahengiyê ligel Kurdistanê dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Kompaniyeya Genel Energy hewldide ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kêlgehên gaza xwezayî de kar bike.

Serokê Encûmena Rêveber a Genel Energy, Tony Hayward di çarçoveya 7emîn Foruma Aborî û Enerjiyê ya Atlantîka ku îro, 20ê Mijdarê li Stenbolê birêve çû behsa paşeroja gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê kir.

Tony Hayward aşkere kir ku, ew hewldidin ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî hevbeş di warê gaza xwezayî de bike.

Di heman forumê de, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî ragehand ku, niha ew salane 10 milyar metir sêcar ji gaza xwezayî dişînin Tirkiyê

Hewramî diyar kir jî ku, Herêma Kurdistanê hewldide heta sala 2019an astê hinartina gaza xwezayî bo 20 milyar metir sêcar bilind bikin.