Nirxê genim li Rojavayê Kurdistanê bilind bû

Di sala derbasbûyî de, nirxê yek kîloya genim ji 138 yeha 140 lîreyên Sûrî bû, îsla nirxê kirrîna yek kîlo genim bi 175 lêreyên Sûrî hatiye destnîşankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro li Rojavayê Kurdistanê (Rêveberiya xweser) nirxê yek kîloya genim bi 175 lêreyên Sûrî destnîşan kir.

Di sala derbasbûyî de, nirxê yek kîloya genim ji 138 yeha 140 lîreyên Sûrî bû, îsla (Rêveberiya xweser) li Rojavayê Kurdistanê nirxê kirrîna yek kîlo genim bi 175 lêreyên Sûrî destnîşan kir.

Herwiha nirxê çewalên vala yên genim bi 650 lêreyan destnîşan kiriye.

Derbarê wergirtina genim ji cotkaran, endamê komîteya kirrîna genim ya ser bi kompaniya pêşxistina çandiniyê li bakurê Sûryê Selman Ebdilwehab ragihand, ku 22 embar li cem wan hene ji bo komkirina genim, 9 ji wan li Cezîrê ne û 9 jî li Herêma Firatê û 3 li Reqa û yek li Minbicê ye.

Berî niha jî, li parêzgeha Reqayê HSDê ragihand, ku ew amade ye, genim ji tevahiya cotkaran, kîlo bi 175 lîreyan bikire, lê li gorî hin jêderên xwecihî, cotkar ji wî nirxî gellekî dilgiran bûn û bi gotina wan: Ew nirxê ku HSD destnîşan kiriye, bi heman nirxê kirrîna genim e di bazara reş de û ew nirx, wê gellekî ziyanê li cotkaran bike.

N.O