Li Rihayê civîna Encumena Wezîran

Encumena Wezîran ya Tirkiyê, beriya 13 salan li bakurê Kurdistanê bajarê Sêwasê, di bin serokatiya serokwezîrê wê demê Receb Teyîb Erdogan de kom bûbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Encumena Wezîran ya Tirkiyê piştî 13 salan îro li Rihayê bakurê Kurdistanê dicive.

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglu derengiya şeva borî gihîşt Rihayê.

Tê çaverêkirin, Dawûdoglu li Rihayê piştî hen hevdîtinan beşdarî merasîma 96'emîn salvegera rizgarbûna Rihayê ji destê artêşa Fransayê bibe.

Endamên hikûmeta Tirkiyê da zanîn ku, civîna hikûmetê ya li Rihayê di warê geştiyarî, bazirganî, çandinî û pîşesaziyê de bo herêmê pir girîng e.

Encumena Wezîran ya Tirkiyê, beriya 13 salan li bakurê Kurdistanê bajarê Sêwasê, di bin serokatiya serokwezîrê wê demê Receb Teyîb Erdogan de kom bûbû.