Li Rojava kargeha zivirandina gilêş kete kar

Li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê yekemîn kargeha zîvirandina gemar û gilêşê hat vekirin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê yekemîn kargeha zîvirandina gemar û gilêşê hat vekirin, di vê kargehê de bermayîyên dewaran û xwarinê piştî qonaxên danhev û jinûafirandinê, mîna semad û hin dermanên çandiniyê têne bikar anîn. Pisporên di vê kargehê de kar dikin didin zanîn, ku ev gava destpêkê ye û di rojên bê de dê cureyên berhemên kargehê zêdetir bibin.