Derfirotina ji Bakur û Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistanê zêde dibe

Piştî encamdana Referandûma Sexwebûna Kurdistanê, pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê roj bi roj bi pêş dikevin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Piştî encamdana Referandûma Sexwebûna Kurdistanê,  pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê roj bi roj bi pêş dikevin. Karsazên Bakur, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê,  ji bo pêşvebirina pêwendiyên bazirganî jî bi erênî dinirxînin û dibêjin; em dixwazin salane bihayê 20 milyar Dolar bazirganî bî Herêma Kurdistanê re were kirin.

Hawirdeya ji Bakur û Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê li gorî 2015'an zêde dibe. Karsazên bakur dixwazin ku pêwendiyên siyasî yên Kurdistan û Tirkiyeyê pêş ve biçin da ku pêwendiyên aborî jî pêş ve biçin.  Serokê Jûra Bazirganî û Pîşezasî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê berz dinirxîne û dibêje;  Tirkiye di mijara hawirdekirina hin berheman de pirsgirêkan dijî lê bi pêwendiyên baş dê Tirkiye jî bikaribe van pirsgirêkan çareser bike û bandora qeyrana aborî sivik bike.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re diyar kir: "Ji ber sedemên siyasî Tirkiye di ser welatên din re derfirotina xwe kir lê belê ev yek jî bu sedem ku Tirkiye ji bazarê Kurdistanê kêmtir sûdê werbigire. Di demeke ku Tirkiye bi qeyrana aborî re rûbirû ye, Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê jî gelek girîng e. Em hêvîdar in ku ji bo pêşvebirina pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê gavên şênber dê werin avêtin. Em %65'ê hilberên Diyarbekirê difiroşin bazara Kurdistanê, bi pêwendiyên baş re dê ev rêje jî bilindtir bibe."

Ji bajarên Dîlok, Riha, Mêrdîn û Diyarbekirê herî zêde xwirek û amûrên avahîsaziyê ji bo bazara Kurdistan û Iraqê tên hawirdekirin.  Li gorî gotinên karsazên bajarên navborî, dema ku pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê baştir bin ew jî dikarin  zêdetir dan û stendinê bikin. Azîz Odabaşi Serokê Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê ye. Odabaşi dibêje;  halêhazir ji Diyarbekirê salane bihayê 220 mîlyon dolarî derfirotin tê kirin lê heger pêwendî bi Kurdistanê re baş bin ev rêje heta bi yek milyar dolarî jî derdikeve.

Azîz Odabaşi dibêje: "Li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê 221 kargeh hene, piraniya hilberên van kargehan em difiroşin bazara Herêma Kurdistanê.  Bazirganî jî bi siyasetê ve girêdayî ye, heger  pêwendiyên siyasî baş bin dê pêwendiyên aborî jî baş bin. Em dixwazin li cihê ku Îran kelûpelên xwe bifiroşe Kurdistanê bila bakur û Tirkiye bifiroşe. Em niha ji Diyarbekirê salane bihayê 250 mîlyon Dolarî derfirotinê dikin dema ku pêwendî baş bin ev rêje dê derkeve milyarek Dolarî."

Li gorî ku berpirsên qada aborîyê dibêjin, Deriyê Gurmika Xabûrê dê were nûjenkirin û dê dan û stendin zêdetir bibe. Herêma Kurdistanê ji beriya 2016'an di nav 3 welatên ku Tirkiye herî zêde derfirotinê lê dike de bû lê niha di nava 10 welatan de ye. Tirkiye ji beriya 2016'an bihayê 12 milyar dolaran derfirotin dikir lê belê niha ev hejmar daketiye 7 milyar dolarî. Karsazên Tirkiye û Bakur dixwazin ku li gel başbûna pêwendiyên siyasî pêwendiyên aborî jî baş bibin û salane bihayê  20 milyar Dolar derfirotin were kirin.