Di sedema koça masyên Wanê de hişyarîya ewlehî û parastina wan tê kirin

Bi milyonan masiyên ji behra Wanê, ji bo berdemaiya nivşên xwe, di van serdeman de ber bi avên newal û rûbaran ve dikişên ku wek koça pîroz (derseta) jî tê binavkirin. Lê pirsgirêkên li ser tenduristiya wan, li benda çareseriya ne. Take cûre masiyê behra Wanê ku wek navê mitolojik 'derseta' û bi tirkî jî 'încî kefalî' tê zanîn di navbera 15'ê Nîsanê û 15 Tîrmehê de amadekariyên berdewamiya nivşên xwe dikin û bi taybet piştî meha Gulanê jî koça wan ya berbi avên şîrîn ve destpê dike.

K24- Wan

Bi milyonan masiyên ji behra Wanê, ji bo berdemaiya nivşên xwe, di van serdeman de ber bi avên newal û rûbaran ve dikişên ku wek koça pîroz (derseta) jî tê binavkirin. Lê pirsgirêkên li ser tenduristiya wan, li benda çareseriya ne. Take cûre masiyê behra Wanê ku wek navê mitolojik 'derseta' û bi tirkî jî 'încî kefalî' tê zanîn di navbera 15'ê Nîsanê û 15 Tîrmehê de amadekariyên berdewamiya nivşên xwe dikin û bi taybet piştî meha Gulanê jî koça wan ya berbi avên şîrîn ve destpê dike.

Ji bo Koça masiyê behra Wanê, serdema bizir danînê ango hêq kirinê, serdema ku jiyana xwe diavêjin xeteriyan û di avên şîrîn ku ji rûbar û newalên dikevin behre ve dikişên e. Ji ber vê rewşa wan ya girîng girtin û nêçîra wan tê qedexe kirin û ji bo vê zanînê festival jî tên lidarxistin, lê metirsî tenê nêçîra wan nîn e.

Serokê Komeleya Parastina Hewildorî ya Wanê Çev-Derê Alî Kalçik, balê dikşîne metirsî û xeteriyên li ser masiyên Wanê û tîne ziman ku hin caran avên çeman tên qutkirin û ji ber avên kirêt ku dirêjin nav rûbar û newalan jiyana vê cure masiyê dike bin metirsiyê. Kalçik, bang li gel dike ku haydar û agahdar tevbigerin û ji saziyên berpirs jî daxwaza ku çem neyên miçikandin dike.

Alî Kalçik (Serokê Çev-Der a Wanê) dibêje:"Bi milyoan masî fir didin, ji 15'ê Nîsanê heta 15' Tîrmehê. Ev masî diçin hêkên xwe dikin, ew jî dibin masî û hem ji bo aboriyê hem jî ji bo geştiyarî dibin çavkaniyekî. Lê belê wek vê betona ku li vir çêkirine, destwerdanên wiha rêya masiyan digire û dibe sedema mirina wan. Ev dîmena qetlîameke mezin e, ev masî nişane û sembola Wanê ye. Dema ku behsa behra Wanê bê kirin, masiyê Wanê nirxekî girîng e û divê wisa bê parastin."

Ev cûrê masî div ê serdemê de ji ber dem abi çeman ve dikişê fir dide xwe jî ji aliyê welatî û geştiyaran ve jî tê temaşekirin.

Serokê Jûra Pişsazî û Bazirganiya Wanê VANTSO'yê Necdt Takva û akademisyenên zaningeha Yuzunyil ya Wanê jî ji bo zêdetir hişyarî peyda bibe, hem paqijî dan kirin û hem jî bi peyamên xwe daxwaza parastina xweza û nirxên behra Wanê kirin.

Necdet Takva (Serokê Vantso'yê), dibêje:"Ez wisa bawerim ku ji bo Wanê, tiştên wisa zêde ji bo Wanê pêwist nîn e, bes ku em bikribin nirxên xwe û dewlemendiyên xwe biparêzin û xwedîderkevin bêtir. Û dewlemendiya me ya mezin jî masiyê kefale încî yê behra Wanê ye ku take cure ye li vir heye û li ciyekî din peyda nabe. Bi koça van masiyan mucîzeyekî pêktê û zayîndeya desetayê divê ji bo me jî pîroz bê dîtin."

Akademisyenê zaningeha Wanê Mistefa Akkûş jî ragihand ku masiyên Wanê, çavkaniyekî mezin ya aboriyê ne, lê vê serdema koçê jî wek serdema hişyarî û temaşekirinê dikare bê bikaranîn û ji bo parastina xweşiyên xwezayî jî bibe mînaqeke bingehîn.