Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl hat vekirin

Piştî 22 rojan Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl îro tenê ji bo bazirganiyê hat vekirin.

K24 – Dihok

Piştî 22 rojan Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl îro tenê ji bo bazirganiyê hat vekirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Dihokê, ragihand ku piştî 22 rojan girtî ma îro Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl tenê ji bo tevgera bazirganî hat vekirin û çûn û hatina navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kir.

Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl deriyê serekî yê bazirganiyê ye di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, lê ji ber şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, 14ê Kanûnê, bi biryara Parêzgariya Şirnexê hatibû girtin.

Cîgirê Rêveberê Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl Mihemed Tahir, gotibû ku bi girtina deriyê sînor rojane 1 milyon dolar zerar gehiştiye Herêma Kurdistanê.

Bi vekirina Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl, dê destpêkê 500 barhilgir derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, 750 barhilgir jî derbasî Tirkiyê bibin.