“Bandora dolar li lîreya Sûrî tune ye”

Diravên biyanî li bazarê Qamişlo zêde dibin, hin kirîn û firotina keresteyan jî dibe bi dolar, lê hin pispor dibînin ku, hîn dem nebûye dema herfandina lîreya Sûrî bi giştî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d8899946-d28f-4275-b0f0-2980898ab90c/lire-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Diravên biyanî li bazarê Qamişlo zêde dibin, hin kirîn û firotina keresteyan jî dibe bi dolar, lê hin pispor dibînin ku, hîn dem nebûye dema herfandina lîreya Sûrî bi giştî.

Berdewamiya daketina lîreya Sûrî beramberî diravên biyanî gelek guhertin û cudahiyê dixe bazarên Rojavayê Kurdistanê û şêwê kirîn û firotina keresteyan de. Ji ber ku nirxê lîreya Sûrî ne cîgir e, hin keresteyên sereke mîna zêr û zîv kirîn û firotina wan li bazaran bi dolar tê kirin.

Zêrkerên bajarê Qamişlo didin zanîn jî, ku bi sedema girêdana nirxê zêr bi bazara navdewletî re, ew neçar dibin ku zêr bi dolar bikirin û bifroşin, ji bilî ku ji ber tirsa herfandina lîreya Sûrî, xelk diravên xwe yên Sûrî dikin dolar, yan jî zêr pê dikirin.

Ji aliyekî din ve hin pispor dibînin ku, ne eger e di demên nêzîk de lîreya Sûrî biherife, ji ber ku ta niha hikûmeta Sûriyê bazara diravî kontrol dike. Herwiha ne pêşbîn e ku, kirîn û firotina her tiştî bibe bi diravên biyanî.

Pisporên veguhestin û guherîna diravan didin zanîn jî ku, hatina diravên biyanî bo hundirê welêt ti bandorên xwe yên neyînî li ser lîreya Sûrî nake, lê berûvajî wê dibe alîkar di daxistina nirxê diravên biyanî de.

Tevgera guherîn û veguhestina diravên biyanî ji destpêka kirîza Sûriyê ve, rojane bi awayekî balkêş zêde dibe, nemaze dema karsazên Sûriyê hemû perên xwe kirin dolar û derxistin dervî welêt, ku ew yek bû ji wan sedemên sereke di daketina nirxê lîreya Sûrî de. Tevî berdewamiya vê daketinê lê hin pispor û abornas dibînin ku, hîn dem nebûye dema ku xelk nema perê Sûrî bikar bînin.