Li bazara penîr bereketa Biharê
K24 – Diyarbekir
Cureyên penîr ên bajarên Bakûrê Kurdistanê, li Diyarbekirê li bazara penîrfiroşiyê li ser dezgehan cihê xwe girtin. Bi demsala biharê re di bazara penîrfiroşiyê de liv û tevgera hilanîna penîr jî dest pê kir. Penîrfiroşên Diyarbekirê dibêjin; zivistanê buhayê penîrî gelek zêde ye lewra meha Gulanê, ji bo hilanîna penîrê zivistanê, meha herî guncav e.
Li navçeya Rezan a Diyarbekirê, Bazara Penîrfiroşiyê, sibehê zû tê vekirin. Bazarvan penîrên xwe li ser dezgehan bi cih dikin û pêşkêşî welatiyan dikin. Cureyên penîran ku hemû ji gundên derdora Diyarbekirê û ji aliyê Serhedê tên û ji bo vê bazarê tên şandin, di meha Gulanê de zêdetir tên firotin.
Penîrfiroş Muhamed Yilmaz dibêje; meha ku herî zêde penîr tê firotin, meha Gulanê ye. Yilmaz ji K24ê re got: “Ev, penîrên Qerejdaxê ne, yên gundan in. Xelk tê, em ji wan re penîr dikin sarincan. Penîrê me bi garantî ye. Biharê penîrê gundan heye, zivistanê jî yê makîneyan tê û em difiroşin.”
Ev cureya penîr, bi nebata sîrikê çêdibe û zêdetir li Herêma Serhedê tê amadekirin û ji bo Diyarbekirê tê şandin. Ev cure, penîrê honandî ye ango di nav ava germ de tê helandin û bi destan tê honandin. Welatî jî li vê bazarê cureya ku jê hez dikin, hildibijêrin û ji bo zivistanê di kûpan de bi cih dikin.
Yek ji bazirganê ku penîrê xwe ji gund tîne vê bazarê Sedat Malgîr e. Malgîr dibêje; penîrê herî buha yê gamêşan e û yê herî erzan ê çêlekan e. Malgîr dibêje: “Em diçin ber ajalan, em wan diçêrînin, didoşin. Bermaliyên me havînê penîr dihavêjin nav şîrî, em jî li erebeyan bar dikin û tînin li vê derê difiroşin.”
Kîloya penîrê helandî yê pezî bi 15 lîreyan tê firotin. Buhayê penîrê nehelandî jî ji ber zêdebûna şîrî daketiye û di meha Gulanê bi 9 lîreyan tê firotin. Li vê bazarê ne tenê xelkê Diyarbekirê, ji gelek bajarên bakûr û Tirkiyeyê jî bi navbeynkariya nas û dostan, bi dehan kîlo penîr tê xwestin û di sarincên penîrfiroşan de ji bo zivistanê tê parastin.