Li dîyarbekirê karsaz ji bihayê kehrebê bi gilî ne

Yek ji navendên hilberîna pîşesazî ya Bakurê Kurdistanê Herêma Organîze Ya Pîşesaziyê Ya Diyarbekir e. Di Herêma Organîze Ya Pîşesaziyê Ya Diyarbekir de 267 farbrîqe di warê tekstîl, xurek û avahîsaziyê de hilberînê dikin.

K24-Amed

Yek ji navendên hilberîna pîşesazî ya Bakurê Kurdistanê Herêma Organîze Ya Pîşesaziyê Ya Diyarbekir e. Di Herêma Organîze Ya Pîşesaziyê Ya Diyarbekir de 267 farbrîqe di warê tekstîl, xurek û avahîsaziyê de hilberînê dikin. Ev herêma girîng van rojan di bin xetereya kêmkirina hilberînê de ye ku bihayê kehrebeyê yê bilind bandoreke neyînî li hilberîna fabrîqeyan dike. Li gorî daneyam di nava salekê de bihayê kehrebeyê %82 zêde bû ye. Karsaz Azîz Azîzoglû amaje dike ku bihayê bilind ê kehrebeyê di danasîna Diyarbekirê ya di warê pîşlesaziyê de jî encamên neyînî bi xwe re tîne.

Azîz Azîzoglû (Karsaz) dibêje:"Çiqasî amurên pêşketî di hilberînê de werin bikaranîn ewqas jî kehrebe zêde diçe û ev jî dibe sedem ku kompaniyê mezin li vê derê razemeniyê nekin. Lêçûneke zêde bo kehrebeyê tê xerçkirin û dahateke berketî nayê bi destxistin. Dema rewşa wisa be jî kompanî nayên vê derê."

Komele û jurên bazirganî û pîşesaziyê jî hişyariyê didin ku eger bo bihayê bilind ê kehrebeyê çareseriyek peyda nebe dê gelek fabrîqe ji neçarî hilberîna xwe rawestînin. Serokê Borsaya Bazirganiyê Ya Diyarbekir Engîn Yeşîl dibêje wan bi Parêzgerê Diyarbekir û parlementerên Diyarbekir re hevdîtin pêk anîne û li benda çareseriyekê ne.

Engîn Yeşîl (serokê Borsaya Bazirganiya Diyarbekir) got:"Bihayê kehrebeyê li herêma me gelek zêde ye. Ev ji bo me pirsgirêk. Dema ku dewlet %15 bihayê kehrebeyê zêde dike, saziyên ku kehrebeyê belav dikin jî vê rêjeyê dikin %30. Em dibêjin çima wisa ye ? Dibêjin ji ber ku kehrebeya qaçax tê bikaranîn. Ma çima sizayê kehrebeya qaçax li me dibirin. Bila li yên ku qaçax bi kar tînin bibirin."

Li gorî daneyan hinardeya Dîlokê ya salane ji hinardeya Diyarbekir a salane 36 qat zêdetir e. Karsaz dibêjin sedema vê yekê ya herî girîng jî ew e ku bihayê kehrebeyê li bajarên wek Dîlok û Edeneyê li gorî Diyarbekirê erzantir e û li Diyarbekir îsal heta niha 20 fabrîqe ji berk u nekarîne deyne xwe yê kehrebeyê bidin hatine girtin.