Ez nikarim hêviyên xwe bi çend gotinan diyar bikim

Buhar Qasim

K24- Hewlêr

Buhar Qasim dibêje ku, rast e karê radiyoyê dengekî taybet mend divê, lê ew xwe bêhti di karê televîzyonê de û li pêş kamerayê dibîne.

K24- Çima te Kurdistan24 hilbijart?

Buhar: Ez dibînin ku guhertina kar di warê ragehandinên de sûdê digehîne kesê rojnamevan, eger bibîne ku dê kar bi berhemek baştir encam bide. Ez dibînim ku Kurdistan24 wê pêngavek bo çêkirina cudahiyekê di ragehandina Kurdî de be, min xwast ez jî beşek di vê pêngavekê de bim.

K24- Ji dema tu hatiyî Kurdistan24, te hest bi çi kiriye?

Buhar: Ez kêfxweş bûm ku K24 derfeteke berferehtir bo min peyda kir, ji bo ku ez karê xwe bi stîl û sîstemeke nû pêşkeş bikim û bibim dengê xelkê di ekrana K24 de.

K24- Di nêrîna te de, çi cudahiya Kurdistan24 ji dezgehên din heye?

Buhar: Bêguman her dezgeheke ragehandinê xwedan sîstemeke taybet e, lê K24 û Zagros jî bo min dengê dadwerî û rastiyê vediguhêzin, ji aliyê tekînk û şopandinê ve jî, di baweriya min de K24 xwedan şiyan û karînên mezin e.

K24- Karkirin ligel karmendên Kurdistan24 çawa ye?

Buhar: Tevî ku ne ji demek dirêj ve ez tevlî K24 bûme, lê hemû karmend di bin navê Kurdistan24 de lihev civiyane û bihev re alîkar in, ez bawer im emê karibin druşma (me bibîna xwe bibîne) bo hemû xelkên me yê xweşdivî û cîhan cîbicî bikin.

K24- Bi baweriya te, hûn dê karibin dengên cuda yên Rojavayê Kurdistanê veguhêzin?

Buhar: Nabe rojnamevan alîgir be yan piştgiriya cihekî taybet bike, eger tu nikarî wek rojnamevan hemû nêrînan û dengan bibihîze û veguhêze, baştir e ku ew xwe bide alî. Ez wek bêjer xwe nabînim taybet bi Rojavayê Kurdistanê.. min xwe ji bo hemû Kurdistanê terxan kiriye. Beriya her bultenekê ez ji xwe dipirsim: Gelo ez amade me rastiyê bi zelalî pêşkêş bikim û bibim berdevka pirsên xelkê û ji hemû çavkaniyan li bersivan bigerim? Her carê jî ez hensayekê dikşînim û li kamerayê dinêrim û dibêjim: Belê ez dikarim.

K24- Hêviyên te li Kurdistan24 çi ne?

Buhar: Gelek hêviyên min hene, ez kesek dûrnêrîn im û kêfa min ji karkirinê re tê, ji ber wê yekê ez nikarim hêviyên xwe bi çend gotinan diyar bikim, lê ez dikarim bêjim ku ez herdem pêş de diçim û nahêlim ti astengek rêgiriyê li min bike.

K24- Hevalên te dibêjin ku sîtla te ya radiyoyê ye!

Buhar: Taybetmendiyeke bêjerê radiyoyê dengê xweş e, ji ber ku tenê bi rêya deng pêwendiya navbera bêjer û xelkê çêdibe. Tevî ku min karê radiyoyê nekiriye, lê ez xwe bêhtir li pêş kamereya televîzonê dibînim.