Li Tirkiyeyê tu aliyekî ku dixwaze rêveberiyê bidest bixe nikare pirsgirêka Kurdan piştçav bike

Adem Geverî - Parlementerê HDPê

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vê çarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Hevpeyvîna bi Parlementerê Wanê yê HDPê Adem Geverî re:

Hilbijartinên pêşwextên Tirkiye, dikarin bandorek erênî li gengeşe kirin arastiya Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bikin?

Hilbijartin, ji bo ku pirsgirêkên welatê bêne axaftin, gengeşekirin û pêşniyarên çareseriyê bêne gotin mecrayeke girîng e. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsgirêka Kurdan e û mirov dikare bêje ku hemû pirsgirêkên din yekser an neyekser encama meseleya Kurdan e, dê di pêvajoya hilbijartinan de jî Kurd wê rasterast bikevin rojevê. Li Tirkiyeyê tu aliyekî ku dixwaze rêveberiyê bidest bixe nikare pirsgirêka Kurdan piştçav bike.  Zêhniyetên ku Kurdan înkar dikin û weke tune dihesibînin jî dawiya dawî li ser înkarkirinê be jî bi mecbûrî ji bo meseleya Kurdan tiştekî dibêjin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurdan ku pirsgirêka sereke ye, di pêvajoya hilbijartinê de dê bi têra xwe bikeve rojevê.

Dengên Kurdan – di hilbijartinan de xwe dî rolek çawa ye?

Êdî her kes dizane ku bêyî dengên Kurdan tu kes nikare were serî. AKP jî tê de di nav hemû pêşbînî û senaryoyên partiyan de li ser dengên Kurdan hesab têne kirin. Kurdên bindest piştî avakirina Komara Tirkiyê bi jin û zar, pîr û kal rastî komkûjî, sirgûn û gelek karesat û bêbextiyên din hatin. Lê belê em di dema desthilatdariya AKPê de rast lê hatin ku zarokên Kurdan kom bi kom hatin şewitandin. Dîsa em di dema vî îktîdarî de şahid bûn ku mala Kurdan bi avayekî hovane hat wêrankirin, Kurd rastî neçariyên gelek dijwar hatin û li ser war û welatê xwe bûn penaber. Hikûmeta serdest a AKPê ne tenê li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê jî mafên rewa yên însanî, Îslamî û wijdanî yên Kurdan binpê kir ango li hember mafên Kurdan bi dijminahî tevgeriya. Di dema Referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de jî me rasterast vê yekê dît û bi dagirkirina xaka Efrînê jî ev helwêsta dijminane li hember gelê Kurd bû êrîşeke giştî. Ev zêhniyeta dagirker û mêtinkar naxwaze Kurd li tu derê dinyayê xwedî axeke bi qasî misqalekî bin. Lê belê bes gava dem dibe dema hilbijartinan îcar Kurdên bindest têne bîra wan. 20 sal berê jinên sergirtî yên ku mexdûr û mezlûmên wê demê bûn, gava li ber deriyên zanîngehan daxwaza servekirinê li wan dihate kirin digotin “Ma we mekîk şandin fezayê û dolbendên me nehişt biçe?” Pê bawer bin ku aniha jî Kurd li Marsê bibin xwedî kevirekî dê desthilatdariya AKPê piştî wî dest bavêje Marsê. Ji ber wê yekê jî li ber çavan e ku di navbera wan ên zilm li jinên sergirtî dikirin û ew aliyên ku aniha piştgiriya AKPê dikin de tu ferq tuneye. Ev pirsgirêk ne tenê ya AKPê ye di heman demê de pirsgirêka CHPê û ya wan partiyan e ku bi CHPê re rûniştine û tifaqan ava kirine. Mirov dikare bêje ev pirsgirêk bûye nezer û nêrîna wan a fermî. Dîsa jî ez bi dilrihetî dikarim bibêjim ku nêrîna wan çi dibe bila bibe îradeya Kurdan dikare hemû nêrînên wan ên qirêj bifetisîne û hemû hevsengiyên wan ên faşîst serobinî bike.

Tevgera Kurd – rola dengê Kurd di hilbijartinên pêşwext çawa di karebîne rojevê û derfetêjê bi dest bixe?

Beriya vê pirsê jî min girîngiya dengên Kurdan anibû zimên. Lê ez hinekî din bersivê berfirehtir bikim. Piştî ku pergala pirrpartiyî hate avakirin pê ve girîngiya ray û dengên Kurdan kifş bû. Bo mînak dikarim bibêjim ku ji avakirina komara Tirkiyê ango di dema hikumraniya CHPê ya di wextê pergala yekpartiyî bi taybet jî di navbera salên 1930 û 1950yan de li bakurê Kurdistanê tu xizmetek nehatiye kirin. Sedema vê yekê ev e ku li ser te’yînkirina rêveberiyê bandora îradeya hilbijêran tune bû. Piştî pergala pirrpartiyî hate avakirin, îktîdarên wê demê dîtin ku Kurd hene û bi dîtina vê rastiyê jî bo mînak ji hin kes û eşîrên bijartî re ax û zeviyan belav kirin û pergala eşîran xurttir kirin. Rêbazên bi vî rengî dide ber çavan ku dewlet û hikûmet rastiya Kurdan dibînin û li gor wî tevdigerin. Ew nîzama ku bo sîstema eşîriyê xak û zeviyên xezîneya dewletê belav dikir îro jî bi rê û rêbazên din hebûna xwe didomîne. 

Ji bo desthilatdarî bê bidestxistin hewcehiya bi dengên Kurdan tu carî kêm nebûye û di demên dawîn de jî dengên Kurdan bêhtir biqîmet bûne. Di 7ê Hezîrana 2015an de hate dîtin ku desthilatdarên Tirkiyê bi destê Kurdan, bi dengê Kurdan têne xwarê. Ev rastiya berbiçav ji bo dewletê bû mijara man û nemanê û pêvajoyeke bi vî rengî hat destpêkirin ku hê jî didome. Edî ji teref MHPê jî tê zanîn ku bêyî dengên Kurdan tu kes nikare bibe serokkomar an na kes nikare hikûmetekî ava bike. Ku mirov bi vî rengî lê binihêre dibîne ku pêvajoya diyarkirina namzedê serokkomariyê ya CHPê jî li gorî vê rastiyê hate birêvebirin. Muharrem İnce ku bû namzedê serokkomariyê yê CHPê, di dema betalkirina wekîliyên HDPê de ji kêm kesan bû ku piştgiriya AKPê nekiribû. Di bîr û baweriya CHPyiyan de Muharrem İnce dikare bibe talibê dengên Kurdan û ji ber vê yekê jî weke namzed hate nîşandan.

Li gor baweriya we – aliyê Kurd di van hilbijartinan de, dive xwe dî helwêstek çawa (nêzîkahiya blok, hevpeyman, hevkariyan) be?

Mirov gava bi nezereke ku têkiliya stratejîk a di navbera AKP û MHPê hildide ber çavan lê dinihêre, dibîne ku tifaqên partiyên din jî li ser dijminahiya Kurdan hatine avakirin. Çawa ku hemû partiyên wan li ser dijminahiya Kurdan de dibin yek bêguman Kurd jî di hilbijartinan de dê bi ruhiyeta netewî tevbigerin û dê bibin yek. Me li Geverê, Cizîrê, Gimgimê, Nisêbînê, Şingalê, Kerkûkê, Efrînê û bi îdamên li rojhilatê Kurdistanê yên bi destê Îrana bêbext dît ku ji bo me ji bilî tifaq û yekitiyê tu alternatifeke din tuneye. Ji bo ku em tifaqan ava bikin lizum nake bêhtirî karesat û trajedî bên serê gelê me. Helwêsta tifaq û yekitiya Kurdên bakurî dê ji bo her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî bibe sedema zindîbûna ruhiyeta netewî û dê li her çar dewletên dagirker encamên xwe yên cuda hebe. 

Gava em li tifaqên ku li hemberî Kurdan hatine avakirin mêze dikin, dibînin ku rejîma nû ya li Tirkiyê tê avakirin a rastî li ser bingeh û felsefeya avakirina Dewleta Tirkiyê ya sed sal berê tê avakirin. Di vê felsefeyê de cihê Kurdan tuneye.  Bi vî awayî jî mirov dibîne ku ji bo Kurdan ji bilî tifaq û yekitiyê tu alternatîfeke din tuneye. 

Damezrandina bloka Kurdistanî, dikare rolek bandorî di hilbijartinan de hebe?

Min hêca jî gotibû lê ez dîsa bibêjim.  Bloka Kurdistanî ji bilî ku xwedî ruhiyeteke netewî ye bi awayekî teknîkî jî ew dê 4-5 heb Parlementeran kifş bike. Ev hilbijartin di dîroka siyasî ya Tirkiyê de dê bibe hilbijartinên ku li ser wî herî zêde hisabên matematîkî têne kirin. Tifaqa Kurdan herçend stratejîk be ray û dengên ku dê ji Bloka Kurdistanî bêne girtin jî ewçend girîng e. Di vê pêvajoyê de bidestxistin an jidestçûna 50 dengan bi qasî ku parlementerekî ji lîsteyan kêm an zêde bike taktîkî ye.  

Desthilat û OpozisyonaTirkiye di zanyariya giringiya dengê Kurd de ne?

Him îktîdar him jî muxalefet vê yekê dizane. Lê belê kes naxwaze di warê pirsgirêka Kurdan de polîtîkayeke berbiçav û rasteqîn a çareseriyê ava bike ku bersiva hewcehiyên Kurdan bide. Ji ber vê yekê jî her yek ji wan bûne Tirkperest. Di şûna ku bibin talibê ray û dengên Kurdan de xwe radestî felsefeya înkarkirin û tunekirina Kurdan kirin. Hemû partiyên muxalif xwe teslîmê siyaseta dijminahiya Kurdan kirin ku ev zêhniyeta qirêj bi destê AKPê ji nû ve hate vejandin. Opozîsyona li Tirkiyê li ser polîtikayên îktîdara AKPê nikare gotinekî bibêje û nikare rojevê biguherîne. Lê belê gava em li dîrokê dinihêrin aqûbeta wan kes û aliyên ku guh nadin maf û azadiyên Kurdan dibînin. Li hember bang û qerîna azadiyê ya kurdan tu hêzeke neyar nikare li ber xwe bide û bi ser keve. 

Azadiya gelên bindest sonda Xaliqê rehman e. Hêviya me ji Xwedayê Gewre ew e ku rojek berî rojekê miletê Kurd jî maf û azadiyên xwe bi dest bixe û weke welat û miletên din li ser xaka xwe azad û serbest bijî.