Wêne bîr e, bîranîn e, mejî ye. Hem ji bo mirov û hem jî ji bo civatê pir girîng e...

Mehmet Masum Suer

Wênegir Kurd Mehmet Masum Suer, di sala 1957’an di li gundê Avîna (Sürgücü) ku bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve ye hatiye dinyê.
Ji ber ku bavê wî memûr (Muftî) bu zarokatî û ciwaniya wî li navçeyên cuda yên bajarên weke Mêrdîn, Semsûr, Elezîz, Kayserî û Erzerûmê derbaz bû.
Di sala 1980’an de ji Enstituya Perwerdêyê ya Amedê mezûn bû. Paşê li Zanîngeha Anadolu’yê di beşa Ziman û Wêjaya Tirkî de lîsans tamam kir.
Di navbera salên 1974-1993’an de di hindek ajansên nûçeyan û rojnameyên Turkiyê de li bajarên Diyarbekir û Erzerûmê weke nûner, nûçegîhan, nivîskar û redaktor xebat kir.
15 salên vê dawîyê giraniya xwe bi çavekî hunerî da ser wênegiriyê. Di demek kin de bi xebatên xwe bala derdorên hunerî yên cihanê jî kişand. Ji aliyê kovara Light and Composition’ê, di lîsteya ‘100 Wênegirên Cihanê yên Herî Baş’ de hate bi cîh kirin. Di pêşbirkên navnetewî de 4 ji wan zêr 7 medelya, 40 xelatên din vergirt. Wêneyên Suer, bi qasî 550 caran di pêşbirkên navnetewî de hêjayî pêşandinê hatin dîtin. Hunermend heta aniha, 12 pêşangehên bi sere xwe vekiriye û di gelek pêşangehên hevbeş yên li welatên cuda de bi wêneyên xwe cîh girtiye.
Suer ê ku li Diyarbakerê dijî, ji ber serkeftinên wî yên navnetewî, ji aliyê Federasyona Hunera Wêne ya Cîhanê (FIAP) di destpêka sala 2017’yan de, bi awayekî fermî weke ‘hunermend’ hate nasîn û bi diplome û unvana AFIAP’ê  hate xelat kirin. Suer, di dawiya sala 2018’an de jî bi unvan û dîplomeya (Excellent-EFIAP) ‘Hunermendê Mukemmel’ ve hate xelat kirin. Cara yekemîn e ku hunermendekî Kurd van unvan û dîplomeyan verdigire.
Mehmet Masum Suer, heta îro, ji aliyê van 5 komele û yekitiyên wênegiriyê yên cihanê jî weke hunermend hate nasîn û bi diploma û unvanan hate xelat kirin: Photographic Society of America PSA (QPSA), Global Photographic Union GPU li Belçîkayê (GPU/Aphrodite), International Union of Photographers IUP li Çînê (HIUP), Master of Light Photography Association li Kanada (cMOL), Phoenix Photographic Society PPS li Bangladeşê (HON.FPPS).
Suer, endamê yekiti û komeleyên PSA, GPU, IUP û PSS’yê ye û Nûnerê Komeleya Hunera Wêne ya Bangladeşê PSS’yê yê li Turkiye yê ye. Ji aliyê PSS û IUP’ê weke ‘Endamê Rûmetê’ hatiye xelat kirin.

 

Giringiya fotografi / wênegirî di nav huner de, çi ye?
Wêne bîr e, bîranîn e, mejî ye. Cemidandina demê an ya dîrokê ye. Hem ji bo mirov û hem jî ji bo civatê pir girîng e.  Ji sala 1839’an ku wêne hate dahênan û vir de dîroka mirovahîyê di bin çavdêrîya wêneyan û wênekêşan de ye. Di 50 salên destpêka dahênanê da ji alîyê teknîkê gelek pêşkeftin bûn. Û piştî destpêka sedsala 20’an bi keşifkirina teknîka wêneyên bi reng hat asteke bilind ku heta vê rojê berdewam dike.

Wêneyek, gelek caran, li ser civatê, ji bi sedan rûpelê pirtûkekê zêdetirîn bandora xwe dike. Gelên pêşketî û rojava, di jîyana xwe ya rojanê de bandora wêneyan bi zanistî di propagandayê de bi kar tînin. Di rojname, kovar û pirtûk an weşanên din de… Wêneyan mirov karê bi awayekî erenî jî an neyînî jî bi kar bîne. Ger mirov bixwaze, mirov dikare kesekî yan civatekê bi wêneyan pir xweş jî û pir xerap jî rê bide... Hêza wêneyan zêde ye… Ji alîyê serdest an iktîdaran car caran qedexe kirina wêneyan an fîlmên sînema jî vê hêza wêneya ya mezin rû dide…

Di vê navberê de ez dixwazim bala we bikişînim ser xalekê. Bandora wêne li ser civakê ji ya fîlmên sînema an nûçeyên televîzyonan zêdetir e. Fîlm di ber çav re diherike û ger sahneyek pir balkêş û girîng tune be di bîra mirovan de namîne.. Lê wêne ji ber ku cemidandina demê ye û sahne nayê guhertin, di hişê mirov de zêdetir bandora xwe dihêle û bi cîh dibe nayê jibîrkirin… Wek mînak; wêneyê ji Helepçeyê kalê ku li ser pêlika ber derîyê xanî xwe avetîyê ser zaroka xwe, li Wîetnamê  dema kuştina kesekî ji nez ve, ji Hiroşîmayê keçika çîpî tazî û bi laşê wê şewitî û peritî di nav tirsê de direve derveyî bajar û hwd bi hêsanî nayên ji bîr kirin…

Weke mînakên Emerîqa û hindek welatên Ewropayê û welatên din, vê bandorê, ji bo guhertina rojeva cîhanê, ji bo ku di dozekê de xwe mafdar rê bidin, bi kar tînin. An ji bo nasandina cîh û waran yanî ji bo turîzmê.. Ji bo firotina berhem û malên xwe yên bazirganî di reklaman de gelên cîhanê ji bandora wêneyan sûdê verdigrin...
Fotografi di hunera herêma me û di nav Kurdan de, çawa tê helsengandin? Ast a fotografîya kurdî, tu çawa dinirxîne? Di nav hunera kurdî de, ew giringiya pêwîst hatiye dan?
Di nav Kurdan de, wekî beşê hunerê yên din wênekêşî jî hê pêş neketiye. Wek beşên hunerê yên din weke roman, çîrok, helbest û wênesaziyê wênekêşî jî hê nû ye. Wênekêşiya hunerî, di nav Kurdan de piştî salên 2000’an dest pê dike. Mixabin civata me, hê negihiştiye girîngiya wêneyan. Mirovên ji rêzê li aliyekî gelek rêxistin û derdorên me yên hunerî jî, hunera wêne pir piçuk û bê xiymet dibînin. Karekî ji rêzê dibînin.
Rewşa wênekêşîya Kurdan ji asta gelên cîhanê pir dûr e, lê belê bi raya min Kurd di her warê hunerê de bi lez û bez pêş ve dikevin. Di warê wêjeyê de, di warê hunera sînema û şanoyê û her viha wênekêşîyê jî. Wênekêşên Kurd yên baş hene. Lê di qada navnetevî de hê zêde nayên naskirin. Alîyek xebata min jî li ser vê xalê ye. Ez bi xwe dixwazim hunera xwe û berhemen xwe bigihinîm qada navnetevî. Û asta berhem û hunera xwe beramberî hunera cîhanê ya pêşketî bikim. Heta astekê jî ez bawerim min vê xwesteka xwe bi cîh anî.  Li gelek welatan hem weke kesayetî bi wênekêşên navdar yên cihanê re û hem jî weke rexistinên navnetewî re têkiliyên min he ne.
Te di gelek pêşangehên navneteweyî de cîh girtiye, nêzîkahiya hunerê te yê fotografî, bi taybetî yên liser jiyana xwezayî-civatî-mirovî yên welatê me, çawa hatiye/tê pêşwazî kirin?
Belê li gelek welatan wêneyên min di pêşangeh û katalogên pêşpirkên navnetewî de cîh digire. Bi taybeti coğrafya me, bajarên me yên dîrokî, cil û bergên jin û mêran û jiyana rojana bala netevên biyanî dikişîne. Ji ber bûyerên li rojhilata navîn rû didin, Kurd bi taybetî li welatên rojava zêde tên nasîn. Û bi hez û rêz tê pêşwazî kirin.
Ji ber ku girêdana min bi Federasyona Turkiyê ya Hunera Wêneyan ya bi nave TFSF’ê jî he ye di xebatên xwe de ez danasîna welatê Turkiyê jî dikim. Girêdanên xwe yên navnetewî û cihanê ez ji ser TFSF yanî Federasyona Turkiyê pêt tînim. Ji ber vê yekê di pêşangeh û çalakiyên navnetewî de ez weke nûnerê Turkiyê yê têm pêşwazi kirin.

Di fotografiyêde, zimanê huner gerdûnî ye. Di hunera xwe de, çi mijar herî zêde ji te re balkêş in û di hunera te de cîh digrin?
Bi kinasî yek ji armancên min yên wênekişandinê nasandina bajar, derûdor û cî û warên me yên dîrokî û nasandina çand û hunera gelê me ye. Di demên dawî de, ez sedemên wê nizanîm (Dibe ku ji ber pêvajoyê be) min dît ku min berê xwe daye xweza ye. Weke şopandin û belge kirina rovî, mar, pepûle û bazê  baxçeyên Hevselê li Diyarbekirê û gellek wêneyên din ji xwezaya derdorê. 

Armancek minî din jî tiştên ku ez dikişînim wek dokumanter ji bo salên pêş li ser rûyê cîhanê bihêlim, wek arşîvekê.. Ji bo nifşên ku wê li dû me rabin û bijîn. Mixabin di vî warî de yanî ji alîyê belge û dokumantên dîrokî jî miletê me xizan e.

Ez bi piranî li ser dîrok û çandê radiwestim. Wêneyên cîh û warên dîrokî û çandî, avahiyên kevn yên dîrokî, wek manastir, dêr, mizgeft û berhemên din dikişînim. Mînak ev nêzî 20 salan e ez li ser navçeya dîrokî Heskîf’ê dixebitim. Vê navçeya me ya ku xwedîyê pir berhem û avahiyên dîrokî, çandî û xwezayî ye wê di bin ava bendava bi navê İlisû’yê de bimîne. Ev 20 salin ez guhertinên li vê navçeyê dişopînim û wêneyan dikişînim. Li ser înternetê jî ji sala 1995’an û vir de ez derbarê Heskêfê weşanê dikim û bi cihanê didim nasîn.

Ji derveyî Heskîfê, navendên giranîya xebatên min Diyarbekir, Mêrdîn û Wan e. Gelekê wêneyên min ji van bajaran e. Li bilî van xebatên min, weke projeyekê ez portreyên navdar û hunermendên Kurd dikişînim, dikim arşîv.
Wêneyên ku ez dikişînim bi taybetî, di pirtûk, rêber û broşurên tûrîzmê de, di kovar û rojnameyan û qartpostalên ku bajarên me didin nasandin, di fûarên tûrîzmê de û di gelek cîhên din de tên bikaranîn.